Li Lazqiyê du xwendekarên jin windabûn û fikarên raya giştî zêde dibin
Di mehên dawî de li peravên Sûriyeyê bûyerên windabûna jinan zêde dibin. Li gundewarê Lazqiyê têkiliya bi du dotmamên ku ji bo ezmûnê diçûn zanîngehê qut bûye.
Navenda Nûçeyan – Di mehên dawî de raporên windabûna jinan li herêma peravê ya Sûriyeyê zêde bûne. Îro hate ragihandin ku têkilî bi du xwendekarên zanîngehê yên li devera gundewarî ya Lazqiyê re qut bûye.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Şehd Yael Cedid û Naxam Ayman Cedid, ji gundê Bostan el-Başa li gundewarê Cebleh, serê sibê ji malên xwe derketin da ku biçin Zanîngeha Laziqiyê da ku ezmûna xwe ya zanîngehê bidin. Lêbelê, ji hingê ve têkilî bi jinên ciwan re nehatiye danîn.
Çavkaniyan ragihandin ku her çend malbat çûne zanîngehê da ku derheqê wan de agahiya bigirn lê destûr nehat dayîn ku ew bikevin hundir û peyamên ne zelal dihatin ser telefonên jinên ciwan ku digotin, "We rêya rast hilbijartiye”.
Xwendekarên winda wekî Şehd Yael Cedid, xwendekarek hemşîretiyê, û Naxam Ayman Cedid, xwendekarek perwerdehiyê, têne nasîn û dotmamê hevin.
Gelê herêmî li benda daxuyaniyek fermî ye derbarê çarenûsa jinên ciwan de. Zêdebûna hejmara windabûna jinan li peravên Sûriyeyê di mehên dawî de hîn jî dibe sedema fikarên raya giştî.