Li Sûdanê şerê domdar krîza mirovî zêde dike

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdebûna pevçûnên li Sûdanê rê li ber pêlên nû ya koçberiyê û krîza xwarinê ya giran vedike. Her wiha diyar kir ku tenê ji sedî 39’ê plana alîkariya mirovî ya welat hatiye fînansekirin.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku krîza mirovî li Sûdanê ji ber zêdebûna tundî û koçberiya bi zorê roj bi roj xirabtir dibe. NY, diyar kir ku bi taybet li eyaletên Kordofan û Darfurê li gel domandina pevçûnan, gihîştina xwarin, stargeh û pêdiviyên bingehîn her ku diçe zortir dibe.

Berdevkê NY diyar kir ku ji ber şerê berdewam ê li welat roj bi roj pêwîstiyên bingehîn ên mirovî zêde dibin û banga parastina sivîlan û piştgirîkirina hewldanên alîkariya mirovî kir.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara mirovên li bajarê El Ubeyd a Bakurê Kordofan ku ji cih û warên xwe bûne, bi lez xirabtir dibe. Rêxistinê ragihand ku nêzîkî 400 hezar kes li herêmên Şîkan, Bara û Bara Rojava bi astek lezgîn a bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.

Li gorî nirxandinên hevkarên NY, li Darfûra Navîn, pêdiviya herî lezgîn ji bo nêzîkî 236 hezar kesên bêwar ên ku li pênc wargehên herêma Cebel Marra ya rojava dijîn wek xwarin derket pêş.

Kêmaniyên fînansman

Li Başûrê Darfûrê, ji ber tundiya di navbera civakên herêmî de, nêzîkî 4 hezar malbat ji cih û warên xwe bûne. NY diyar kir ku ev malbat bi lezgînî hewceyî stargeh, pêdiviyên bingehîn û alîkariya mirovî ne.

NY, dubare kir ku divê di şeran de sivîl û bînesaziyên sivîlan bên parastin û tekez kir ku ji bo ku rêxistinên mirovî bikaribin bersivê bidin, pêkanîna fînansmana bilez hewcedariye.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha ku alîkariya mirovî ku 2.9 milyar dolar ji Sûdanê re hatiye plankirin tenê 1.1 milyar dolar, hatiye radestkirin. Bi vî awayî, rêjeya fînansekirina plana alîkariyê li ser rêjeya ji sedî 39 dimîne.