Lêpirsîna Gulîstan Doku: 15 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulîstan Doku de 15 kes hatin binçavkirin. Di meha Nîsanê de di çarçoveya dosyayê de 12 kes hatibûn binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêtê, Meletiyê, Enqereyê, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin meşandin. Di serdegirtinên malan de di nav de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, kesek ku tê gotin mudaxeleyî telefona Gulîstan Doku kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku di çarçoveya lêpirsinê de, gumanbar ji ber kiryarên wan ên li ser delîl û daneyên dîjîtal di pêvajoya dadwerî ya têkildarî windabûna Gulîstan Doku de têne lêpirsînkirin.
Çi bûbû?
Xwendekara Zanîngeha Mûnzura li Dêrsimê Gulîstan Doku, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Malbata wê ya li Amedê dijî, roja ku Gulîstan winda bûye, hat Dêrsimê û gilî kir.
Bi giliyê malbatê dest bi xebatan hat kirin
Di encama lêpirsînan de hate diyarkirin ku telefona Gulîstan, herî dawî li Viyadûka Sari Saltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayir sînyalê daye.
Di lêgerîna li gola bendavê hatî kirin de, tu şopek ji Gulîstan Doku nehate dîtin û di Cotmeha 2022’an de dawî li xebatên lêgerînê hatibû anîbûn. Lê belê malbatê dev ji lêgerîna keça xwe berneda.
Malbata Gulîstan Doku, di Çileya 2024’an de bi rêya parêzerên xwe, ji bo girtina Zainal Abarakov ku gumanbarê sereke yê dozê ku di bin çavdêriya dadwerî de hatibû berdan û tevlîkirina bavê wî, Engin Yucer, polîsek ku wê demê di yekîneya ewlehiyê ya ku dozê dişopand de dixebitî û paşê ji kar hatibû avêtin, wek gumanbar bikevin dosyayê, daxwaznameyek pêşkêşî Serdozgeriya Giştî kirin.
Her wiha malbatê, bi îdiaya derberê kiryarê sereke waliyê demê Tuncay Sonel bireve derveyî welat, ji ber bikaranîna xirab a erka xwe, gilî kir.
Di meha Nîsana 2026’an de waliyê demê Tuncay Sonel û kurê wî Turkay Sonel jî di nav de 12 kes hatibûn binçavkirin û girtin.