Jinên Bazarcixê: Dema roj diçe ava kesek me namîne

Li navenda erdhejê Bazarcixê jin ji ber cihek wan yê lê mayîne nîn e û di nava malên xirabeyî de li kolanan dimînin. Jin dibêjin di bin kavilan de mirov bi daxwaza alîkariyê jiyana xwe ji dest didin û dema ku roj diçe ava kesek wan namîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş – Di 6’ê Sibatê de piştî erdeheja bi pileya 7.7 û 7.6 bajarokê Bazarcix yê Merşe bû kavil. Hema bêje li navçeya ku hemû avahî hilweşiyane û xira bûne, bêdengiya mirinê heye. Dema ku li bajar dibe şev tişta ku wan ronî dike di nava kolanan de ew agirê ku hatî pêxistin e. Li bajarokê ku zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane, xebatên lêgerîn û rizgariyê piştî 3 rojan li Bazarcixê hat destpê kirin û gelek avahî hene ku heta niha tû xebatên rizgariyê lê nehatiye kirin. 

Ev çar roj e ne kehrebe ne jî av heye

Bajarokê ku em kolan kolan lê geriyan, em bûn şahid ku li ser gelek kavilan hîna tu xebat nehatiye meşandin. Malbatê ku malên wan xira bûne li gel zarokên xwe li kolanan dimînin dibêjin ev çar roj e ne kehrebe, ne jî av heye û dibêjin, “Dema ku roj diçe ava kesek me namîne.”

‘Mirov bi xwestina alîkariyê mirin’

Gullu Zenginoz li ber deriyê mala xwe ya hilweşiyaye bi sê bataniyan hewil dide li gel zarokên xwe germ bibe. Gullu Zenginoz da zanîn ku beriya sê rojan mirovan di bin kavilan de daxwaza alîkariyê dikirin û ji ber dereng destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgariyê ew kesên ku di bin kavilan de jiyan dikirin jî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Cih nîne em biçinê. Kesek me nabîne, tu alîkarî nîn e, ger were jî em nabînin. Ji ber dema ku dibe tarî ne kerebe, ne av e jî xwarinek heye, tiştek nîn e. Em jiyana xwe dixin di bin metirsiyê de û ji bin kavilan me tişt tînin. Cenazeyên me niha li erdê ne, ne li morga ne, di kijan rewşê de ne em nizanin, di rewşek neyê nasîn de ne. Dû rojan tenê em hebûn û hewildanên me hebûn, ambulans nîn e, roja dûyem hinek kes hatin lê belê timek zêde nebû.”

‘Heta kar ji kar derbaz bû nu hatin’

Gullu Zenginoz, tiştên ku jiyan kirî wiha got: “Piştî ku her tişt derbas bû, nû her kes hatin. Yê dibîne dibîne, yê nabîne nabîne, yek bi yek alîkarî anîn nîn e. Yên ku di bin kavilan de jiyan dikirin hebû, ka li ku ne, niha ew nînin. Sê rojan li vê derê mirovan daxwaza alîkariyê kirin, dan ber qîran lê belê kes dengê wan nebihîst, piştî sê rojan hatin alîkariyê û cenazeyên wan derxistin. Mirovan sê rojan li vê derê dan ber qîran, li vê derê zarok, jin û ciwan hemû çûn. Hîna jî ev erdhejên berdewam didome, em nizanin em ê çibikin. Bajarek ew qas mezin tune bû ma em dikarin çi bêjin.”

Elîf li benda xeberek ji dayika xwe ye ku di bin kavilan de maye

Elif Ozçerkes ku bi rojan e li benda dayika xwe ya di bin kavilan de maye, da zanîn ku nû xebat hatine destpê kirin. Elîf anî ser ziman ku di bin kavilan de dengê dayika wê hatiye û ji bo xeberekê bigre ev bi rojane li bendê ye û wiha got: “Li vê derê xebat nû destpê kir. Duh jî dengê dayika min bihîstine, di bin vê kavilê de dayika min heye, bavê min jî ji ber nêzî balkonê bû xwe avêt. Ez ne baş im, ez bêriya dayik û bavê xwe dikim, ev rewş ji bo hemû kesan gelek giran e. Di vê kavilê de dû mirovên min hene buk, kur û dû zarok di avahiyê de mirin. Me gelek mirovên xwe winda kir û li vê derê ez li benda xeberekê ji dayika xwe me. Li Bazarcixê ev salek û niv e hişyarî didan. Dema ez li vê derê bûm, em gelek caran derketin ji derve û li ser cadeyan em disekinin, kes li ser nesekinî, di encamê de me mirovên xwe winda kirin.” 

'Xwe negihandin tu kesî’

Remziye Al jî wek welatiyên din li kolanê xwe di jiyanê de digre. Remziye Al a ku gotinên hikûmetê yên "Me xwe gihandin her kesî" derewand. Remziye Al tiştên dijî bi van gotinan vegot: “Li vir her tişt me bi xwe kir. Li vir cihê ku em biçin nîn e, mala min hilweşiya. Cihê ku em biçin vir nemaye, mala min wêran bûye. Ez hewl didim herim malê tiştan binîm û li ser sobê ji zarokên xwe re xwarine çêkim. Kesek din jî tune ye. Mirovan alîkariyan bi şexsî tînin. AFAD’ê nehat, me kes nedît. Me li vir yek rayedarek jî nedît. Li rewşa me binêrin, reziltî ye. Li pêşberî me dayikek cenazeyê zarokek derxist. Ev jî gel bi hewldanên xwe derxist. Xwe negihandin li cihêk jî, li gorî min ev yek tiştekî pir ecêb e.”

'Min mirovên xwe yên gelek min jê hez dikir winda kir'

Elîf Varsoz jî wiha got: “Ez li gel zarokên xwe li derve dimînim. Erdhej çêbû, me fêm nekir çi bû. Me bi zorê xwe avêt derve. Min mirovên ku jê hez dikir winda kir. Niha em li derve ne, li ber mala xwe diksenîn.. Dibêjin alîkarî heye, lê me nedît ku alîkariyek hat taxê.”