Bîlançoya erdhejê giran dibe: Hezar û 651 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber erdheja ku îro hat jiyîn hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt hezar û 651, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di daxuyaniya ku li Amedê hat dayîn got, “Dem dema ji destê kesên ku mala wan hilweşiyane û li derve mane girtin e.”

Navenda Nûçeyan – Piştî erdheja ku navend li Mereş û Dîlokê pêk hat agahiyên nû tên. Wezîrê Tendûristî Fahrettîn Koca bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye hezar û 651 û anî ziman ku li 10 bajaran 11 hezar û 119 kes jî birîndar bûne û 3 hezar û 471 avahî jî hilweşiyane.

Hat ragihandin ku li Hatayê 520 kes jiyana xwe ji dest dane, li Mêrdînê li 15 avahiyan xisar çêbûne û 3 avahî jî bi temamî hatine valakirin. Hat zanîn ku li Amedê jî 46 kes jiyana xwe ji dest dane û 550 kes jî birîndar bûne.

Her wiha Serokomarê AKP’yî Tayîp Erdogan jî bi daxuyaniyek ragihand ku ji ber erdhejê ji 6’ê Sibatê heyanî 12’ê Sibatê şîn îlan kirine.