Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt hezar û 541

Di du erdhejên ku îro li Mereşê bi pileya 7.7 û 7.5 pêk hatin de bi hezaran avahî hilweşiyan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 541 kesan. Her wiha tê ragihandin ku ji bo gelek herêman alîkarî neçûne.

Navenda Nûçeyan – Îro danê sibê demjimêr 04:14’an de û piştî nîvro demjimêr 13:24’an a navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7.7 û bi pileya 7.5 du erdhej pêk hatin. Digel ku erdhej li gelek bajarên Kurdistanê bû sedema hilweşînê, hejmara kuştî û birîndaran her ku diçe zêde dibe.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku di erdhejê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 498 kesan û hejmara birîndaran jî derket 8 hezar û 553 kesan. Hat ragihandin ku di erdhejê de 2 hezar û 834 avahî hilweşiyane.

Alîkarê Serokomarê dewleta Tirk Fuat Oktay der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê da jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 541 kesan.