Jinên astengdar dixwazin cudakarî ji holê rabe

Endama Foruma Mafên Jinan û Wekheviyê ya Mexribê Samîra Bakhitî bal kişand ser pirsgirêkên ku kesên astengdar bi taybetî jin li Mexribê dijîn, xwest cudakarî bi dawî bibe û got: “Astengdariya esasî ne ya fizîkî feraseta şaş a civakê ye.”

HANAN HARITE

Mexrib- Li Mexribê nêzî milyonek kesên astengdar hene. Ji nîvê wan zêdetir zarok in. Endama Foruma Mafên Jinan û Wekheviyê ya Mexribê Samîra Bakhitî, ji bo jinên ku weke wê astengdar in dixebite.

Samîra Bakhitî, diyar kir ku ew dixwaze bibe dengê jinên astengdar û wiha got: "Ez nizanibûm ku dê astengdariya min, dema li ber mirinê bûm ji bo min bibe sedema jiyanê. Min xebatên xwe domandin. Bi xebatên kolektîf û xebatên ji bo mafên mirovan ji bo piştgiriyê bidim jinên astengdar xebitîm.”

‘Dema ku em derî vedikin cudakarî dest pê dike’

Samîra Bakhitî got ku zehmetiyên ku jinên astengdar li Mexribê dikşînin, dişibin êşên ku bi giştî jin dikşînin û diyar kir ku jinên astengdar ji mafên xwe yên bingehî nikarin îstîfade bikin. Samîra Bakhitî diyar kir ku di serî de jin ji ber ku jin in zehemetiyan dikşînin a duyemîn jî ji ber ku astengdar in û wiha domand: "Weke jinên astengdar em di nava malê de jiyana xwe bi asayî didomînin lê astendarî dema ku em derdikevin derve, siwarê wesayîdan dibin an jî dixwazin bi mirovan re têkilî daynin dest pê dike.”

‘Jin ji ber astengdariya xwe tên sûcdarkirin’

Samîra Bakhitî diyar kir ku tên sûcdarkirin û van mînakan da:

"Civak û endamên malbatê, di wê baweriyê de nîn in ku divê kesên astengdar hewce nake di warê tendirustiya zayendî zêdebûnê de xwedî agahî bin. Li gorî wan ev kes ji wan agahiyan fam nakin. Ez bawer dikim ku ev yek şaş e lewre têkiliya astengdariya fizîkî, bi şiyarî, raman û têgehan re tune ye. Wekî din jî di warê çûnhatina hinek deran de ev kes zehmetiyan dikşînin. Mînak ji bo jinên astengdar ên rastî îstîsmar û şîdetê hatine sazî tune ne. Rêbaza Braîlle ya ku ji bo kesên çavên wan nabînin bi zimanê îşaretê dixebite jî tune ye. Dema ku jinek çavên wê nabînin û rastî îstîsmarê hatibe biçe mala stargehê jê dixwazin hinek belgeyan îmze bike. Dê ew kes çawa îmze bike? Ji bo jnên ku guhên wan nabihîse jî tercumaniya bi îşaret tune ye. Dema ku bixwzin tercumaniya sondxwarî bi kar bînin, ji bo vê yekê pere ji wan dixwazin.”

‘Di warê hiqûqî de neheqiyan dikin’

Samîra Bakhitî, têkildarî şîdeta ku di warê hiqûqî de pê re rûbirû dimînin jî wiha got:

“Niha Zagona Malbatê ya ku tê de guherîn tê kirin, ji bo kesên di warê zihnî de astengdar in gotinên weke ‘korefam’ ‘dîn’ tê de hene. Ev rewş ji bo kesên ku di warê zihnî de hinek kêmasî bi wan re heye dibe neheqî. Di rapora bijîjk de, bêyî ku behsa awayê nexweşiyê were kirin tê diyarkirin ku xwedî astengdariya zihnî ye, ji bo wê komê tedawî tê kirin. Weke ku hemû xwedî heman cureya astendariyê bin, ev yek jî tevî ku kes hindik astengdar e, dizane, di ferqê de ye û dikare bi civakê re entegre bibe jî li ser wesayet tê pêkanîn.”

Samîra Bakihtî wiha gotinên xwe berdevam kir: “Me daxwaz nekir ku welayetî bi temamî ji metna qanûnê were derxistin lê divê asta astengdariyê were diyarkirin û tiştên ku li vir hatine nivîsandin ji bo kesên xwedî pêwîstiyên giran jî werin sepandin. Pir kes hene dikarin xwendina xwe temam bikin, dereceyên bilind girtine û di yek ji pîşeyan an sektorên karsaziyê de rolek lîstine lê mixabin ruxmê vê jî nikarin hesabek bankayê vekin û destheqiyên xwe yên mehane bi riya bankayê bigrin.

‘Komele kêm dimînin’

Samîra Bakihtî der barê kesên ku di çûn û hatinê de rastî astengiyan tên û wiha got: "Ev kom nikarin ji dê û bavê xwe parêzgeriyê bigirin ku hesabên xwe yên bankayê bişopînin, rewşa wan a tenduristiyê nehêle ku biçin cem saziyên têkildar. Komeleyên jinan û komeleyên mafên mirovan ên li Mexribê divê bi pirsgirêkên jinên xwedî pêwîstiyên taybet, li ser hevberdanê û li ser çend mafan re mijûl bibin. Komeleyên ku pirsgirêkên jinên astendar ronî dikin hene lê têrê nake. Divê jin bi hemû cudahî û rewşên xwe ve bên parastin. Em hêvîdar in ku astengdarî di çarçoveya hewcedariyên taybet de nebe, ji ber ku di esasê xwe de wekî hemwelatî pêdiviyên me hemiyan hene, çi dibe bila bibe.

‘Astengdarî ne bi kesan re di civakê de ye’

Samîra Bakhitî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku her kes çi dibe bila bibe, ji bo ku erka xwe bi cih bîne di her qadê de pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye û got: “Em hemû kesên xwedî pêdiviyên taybet in. Divê komeleyên jinan ji nû ve bifikirin da ku pirsgirêka astengdariyên ji ber nexweşî, qeza yan jî temen were çareserkirin. Divê zext li biryarderan bê kirin ku ji bo jin û kesên xwediyên pêwîstiyên taybet polîtîkayên giştî biafirînin. Koronaya ku li hemû cîhanê bandor kir li ser Mexribê jî bandor kir. Kesên xwediyê pêwîstiyên taybet di dema erdheja li Mexribê û nexweşiya koronayê de gelek zehmetiyan kişandin. Di piştgiriya ku hat dayîn de rayedaran ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet polîtîkayek giştî neafirandin. Astengdarî ne di kesayet, di civakê de ye ji ber ku civak nahêle jinên xwedî pêwîstiyên taybet rola xwe bilîzin û potansiyela xwe bi cih bînin.”