Şandeya Rojava danûstandinên xwe yên li Ewropayê didomîne

Şandeya jinên Rojava, ji bo eşkerekirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, danûstandinên xwe yên li Ewropayê didomîne.

Navenda Nûçeyan- Şandeya Jinên Rojava ji bo eşkerekirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û ji bo bi raya giştî ya Ewropayê re parve bike, danûstandinên xwe yên li Ewropayê didomîne.

Di vê çarçoveyê de şandeya ku hat Swîsreyê hevdîtinan bi gel re pêk tîne û geşedanên li Rojava ji raya giştî re radigihîne. Li gel saziyên Ewropayê şandeya ku bi Navenda Civaka Kurd a li dîasporayê re hevdîtinan pêk tîne ji endama Hevbendiyên Demokratîk û Ragihandinê ya Kongra Starê Rûken Ehmed û Endama Civaka Ereban, Koordînasyona Jinan a Zenûbiyayê û Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê Khawla El-Îsayê pêk tê. Hat zanîn ku Îlham Ehmed a Hevseroka Desteya Rêveberiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku dihat payîn tevli şandeyê bibe, ji ber sedemên ewlehiyê ji Rojava derneketiye.

‘Armanca wan a sereke  tepisandina şoreşê ye’

Rûken Ehmed û Khawla El-Îsaya tevlî panela ku li Kampusa Zanîngeha Zurîhê ya li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin bûn.

Rûken Ehmedê der heqê geşedanên li Rojava de agahî da û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin û di van êrîşan de kadroyên pêşeng ên şoreşê tên hedefgirtin. Her wiha da zanîn ku hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Rûken Ehmed gotinên xwe wiha berdewam kir: “Her roj dron li ser asîmanê me difirin. Dema em sibehê ji mala xwe derdikevin em xatirê xwe dixwazin û wisa derdikevin. Koalîsyona Navneteweyî dibêje ku em li dijî van êrîşan in lê danûstandina dronan a bi Tirkiyeyê re berdewam dikin. Li vir armanc hedefgirtina pêşengên şoreşê û tirsandina gel e lê bi ser nakevin. Mixabin nahêlin ku Rêveberiya Xweser planên demdirêj saz bike. Ji ber ku her roj êrîş li ser me pêk tên. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku tevliheviyan derbixe her tişta ku ji destan tê dike. Sûcên şer dike. Dibistan, mizgeft, hemû tiştên ku sivîl bi kar tînin hedef digrin. Armanca wan a sereke tepisandina şoreşê ye.’’

‘Min nasnameya xwe ya jinan bi Kurdan re nas kir’

Di panelê de Hevseroka Komîteya Perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Koordînasyona Jinan a Zenûbiayê Khawla El-Îsa guhertinên di navbera serdemên Reqaya di bin kontrola DAIŞ’ê û Reqaya ku hat rizgarkirin de anî ziman. Khawla El-Îsa diyar kir ku beriya hatina Kurdan, çeteyên DAIŞ'ê propagandaya 'Dema Kurd bên wê her kesê bikujin' dikir lê berevajî vê yekê min bi saya şoreşê nasnameya xwe ya jinan nas kir. DAIŞ'ê digot dema ku Kurd werin wê her kesê bikujin, bi van gotin û propagandayên qirêj bang dikir ku gel bi Kurdan re bikeve şer. Lê belê dema ku Kurd hatin, tu tiştên ku dihatin gotin pêk nehatin. Min nasnameya xwe ya jinan bi Kurdan re nas kir. Niha hê jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin û bi taybetî dewleta Tirk hewl dide van êrîşan zêdetir bike. Dewleta Tirk piştevaniya DAIŞ’ê dike. Armanca wan ew e ku li herêmê tevliheviyê çêbikin.

Şande dê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dosyayekê pêşkêş bike

Şande wê bi endamên saziyên sivîl ên Swîsreyê û her wiha Kurdên li Swîsreyê re hevdîtinan pêk bîne û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker wekî dosyayekê pêşkêş bike. Şande dê bi Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re jî hevdîtinê pêk bîne û 19'ê Mijdarê hevdîtinên xwe bi dawî bike.

Bernameya hevdîtinên gel ên şandeyê yên li Swîsreyê wiha ye:

"17’ê Mijdarê Roja Înê saet 18:00’an Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê.

18’ê Mijdarê Roja Şemiyê saet 14.00’an Navenda Çanda Rojava ya Zurîh.

19'ê Mijdarê Roja Yekşemê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê."