Jin ji bo 'Meşa Azadiyê' amade ne

Jinên Amedê yên diyar kirin tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya civakê belav bûye, xwe amade dikin bi daxwaza azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Amed- Ji Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 32 meh in agahî nayê girtin. Bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê di 18'ê Mijdarê de li navçeya Gemlîkê ya Bursayê "Meşa Azadiyê" were lidarxistin. Jinên Amedê yên ji bo meşê banga tevlibûnê kirin, diyar kirin ku divê polîtîkayên tecrîdê yên ji Îmraliyê belavî tevahiya civakê bûne bi dawî bibin.

Endama Tevgêra Jinen Azad (TJA) Fatexan Taşli Tunç, diyar kir ku li hemû warên jiyanê bi awayekî cidî polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û ev yek pêşî li Girava Îmraliyê hatiye destpêkirin û da zanîn ku divê civak li dijî polîtîkaya ku tê meşandin xwedî hişmendî be. Fatexan Taşli Tunç, bal kişand ku ev tecrîd ne tenê li ser Tirkiyeyê, li ser gelê Rojhilata Navîn jî tê meşandin û peyam da û got ku tecrîd dê bi têkoşînê bê şikandin.

'Divê em têbikoşîn û bixebitin’

Fatexan Taşli Tunç, bal kişand ser tecrîda ku li ser civakê roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Ger ez îro nikaribim li ser axa xwe bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivim û azad tevbigerim, wê demê ez jî di bin tecrîdê de me. Îro hemû Kurd hem di warê ziman de hem jî di warê jiyanê û nirxên xwe yên civakî de rastî tecrîdeke giran tê. Dîsa asta polîtîkayên asîmîlasyonê û şerê taybet li holê ye. Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin û ji van polîtîkayên tecrîdê re bibêjin ‘raweste.’ Divê em destpekê tecrîda li Îmraliyê û piştre jî li ser hemû civakê bişkînin. Em îro nikarin bi azadî biaxivin. Bila gelê Kurd û hemû kesên ku di bin zextan de ne li mafên xwe bigerin.”

Fatexan Taşli Tunç, ji bo meşa Gemlîkê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo vê jî divê em her kêlî di nava têkoşînê de bin û bixebitin. Werin em gava vê xebatê her roj zêdetir xurtir bikin. Divê hemû Kurd ji bo çareseriya vê pirsgirêkê têbikoşin û li dijî tecrîdê tevli meşa Gemlîkê bibin."

'Tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike'

Rahîme Çalişkan bang kir û xwest tecrîda li ser girava Îmraliyê bê rakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha axivî: “Divê ew roj hemû kes li derve bin. Em tu daxwaz an jî xebatek bêhiqûqî nakin. Ev daxwaz yek ji daxwazên herî demokratîk ên gelan e. Polîtîkaya tecrîdê ya îro tê meşandin ne hiqûqî û ne jî mirovî ye. Em her dem tînin ziman em vê rewşê qebûl nakin. Ev tecrîd bandorê li her warê jiyana me dike. Îro kesên ku dengê herî biçûk jî derxe davêjin girtîgehê. Em vê rewşê qebûl nakin û ji bo ku ev polîtîka berdewam nekin, em ê têbikoşin û bixebitin.”

'Divê em bibêjin raweste’

Sumeyye Kirici jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên hem li ser ciwan û hem jî li ser jinan tên meşandin, da zanîn ku ev polîtîka berdewamiya tecrîdê ne. Sumeyye Kirici, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya bi salan e berdewam dike ne li ser tu bingeheke hiqûqî ye û wiha axivî: “Em îro çi dikin, ji bo pêşeroja xwe dikin. Sedema ewqas qeyran û kaosê li holê ye. Polîtîkayên ku îro li ser ciwan û jinan tên meşandin li holê ne. Li ser civakê polîtîkayeke cidî ya asîmîlasyonê tê meşandin. Ev hemû parçeyek ji tecrîdê ne divê ji bo rawestandina wan em di nava çalakiyan de bin. Werin em  tevli meşê bibin û daxwazên xwe bînin ser ziman.”