Jinên Afganî bang li NY’ê kirin: Bi kujerên me re hevkariyê nekin

Tevgera Piştevaniya Jinên Afganîstanê di civîna xwe ya meha Gulanê ya li Dohayê hat lidarxistin de ji saziyên navneteweyî xwest ku li dijî Talîbanê helwesteke zelal nîşan bidin û got, "Birînên me kûr in, bi kujerên me re nebin hevpar."

Navenda Nûçeyan – Tevgera Piştevaniya Jinan a Afganîstanê, daxuyaniyên Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîne Muhammed ên derbarê hevdîtina wê ya bi Talîbanê re şermezar kir û got, "Birînên me kûr in, bi kujerên me re hevkariyê nekin."

Endamên Tevgera Piştevaniya Jinan a Afganîstanê helwesta Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed duh li Kabîlê bi daxuyaniyekê protesto kirin. Di daxuyanî û wêneyên ku ji malpera Raxşana re hatin belavkirin de jinan diyar kirin ku ew gotinên Alîkarê Sekreterê Giştî red dikin û destnîşan kirin ku Talîban tevgereke terorîst e. Jinan pankartên bi nivîsên "Talîban nas nekin", "Destûr nedin ku me bi saxî bixwun", "Piştgiriya terorê sûcê terorê ye" û "Ji cehaletê re na, ji Talîbanê re na" vekirin.

Banga nenaskirina Talîbanê dikin

Jinan li hemberî vexwendina endamên Talîbanê ji bo civîna ku dê di 1-2’ê Gulanê de li Dohaya paytexta Qeterê bê lidarxistin, ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin bertek nîşan dan û banga naskirina qanûnî ya Talîbanê kirin. Her wiha jinan destnîşan kirin ku Talîbanê ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji jiyana civakî bigire heta vîna siyasî jinan ji hemû qadan dûr xistiye, qedexe kiriye û bi cezayan zextê li ser wan dimeşîne.