Jinên Êzidî yên ji aliyê YPJ’ê ve hatin rizgarkirin li dijî fermanê meşiyan

Jinên Êzidî yên ji aliyê YPJ’ê ve ji destê çeteyan hatin rizgarkirin, tevlî meşa ku bi wesîleya salvegera 10’an a qirkirinê hat lidarxistin, bûn.

Şengal – Jinên Êzdî yên bi navê Ezîze Xalid Elî (25) û Tawaf Dawûd Çeto (24) ku 1’ê Tebaxa 2024’an ji destê çetayan hatin rizgarkirin, di roja sêyemîn a azadiya xwe de tevlî meşa protestoyî ya li bajarê Amûdê bûn.

Tawaf Dawûd Çeto ya ji gundê Til Izêr ê Şengalê ku 10 sal berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû revandin wiha got: “Ji ber ez di nava xizimê xwe de me ez kêfxweş im, ez spasiya YPJ`ê dikim ku min xilas kir.”

Tawaf Çeto da zanîn ku 10 sal ji bo wan bi zehmetî derbas bûn û wiha got: “Ji bo me ev rojeke xemgîne, ev roj nayê jibîrkirin. Me xwest bi beşdariya meşê kêfa civaka xwe bînin.”

YPJ`ê ragihandibû ku Ezîze Xalid li Kampa Holê hatiye rizagar kirin, Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê dema hewl dida xwe xilas bike, hatiye girtin û piştî lêpirsînê hatiye zanîn ku Êzidî ye. Bi wan re zaroka Êzidî ya bi navê Xunav li cem Ezîze Xalid mezin bûye jî hatiye rizgarkirin.