Jinên Êzidî: Em ê van êrîşan bê hesab nehêlin
Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bal kişandin êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê pêk tîne û bi gotina “Heya ku Êzidiyek jî hebe dê Şengal bê parastin” pêyama berxwedanê dan.
Şengal – Di 27’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê êrîşê Şengalê kirin di êrîşa li ser wesayîdek de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefirî jiyana xwe ji dest dan. Piştî 2 rojan dewleta Tirk a dagirker careke din Şengalê kir hedef û vê carê êrîşê wesayîdeke Asayîşa Êzidxanê li navenda bajarê Şengalê kir di encama vê êrîşê de ji rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo jiyana xwe ji dest da.
ndamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrişên ku dewleta Tirk rûxmê erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hat û di encama wê de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan pêk tîne, nêrîn û helwestên xwe anîn ziman. Jinan gotin, “Em ê van êrişan ser bê hesab nehêlin.”
Bêyî agahiya Iraqê tu êrîş pêk nayê
Endama TAJÊ’ê Perîşan Şemo helwesta xwe anî ziman û got ku li ser axa Iraqê bêyî agahiya dewleta Iraqê tu êrîş pêk nayê û wiha got: “Dijminên me pêşeng û fermandarên me dikin hedefa xwe, dixwazin me bitirsînin. Rast e em bi şehadetên bi vê awayî gelekî diêşin lê em tu car lawaz nabin, em dijberê wê bihêz dibin. Hikumeta Iraqê jî dibêje ku Şengal parçeyekî ji axa wê ye eger wisa be ka helwesta li hemberî êrîşên dagirkerî yên Tirk. Bila her kes bizanibe bêyî agahiya hikumeta Iraqê li Şengalê tu êrîş pêk nayê.”
Em ê xayînan ji nava xwe derxin
Perîşan Şemo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku weke dayikên şengalê ew ê heya dawî berxwedana xwe bidomînin û çiqas êrîş giran bin jî gav paşve navêjin û wiha bi dawî kir: “Gazin ji dijmin nayê kirin ji ber ew bi hezaran salan dijminê bîr û baweriya me ye. Lê gazinên me ji civaka me hene yên ku xiyanet li axa xwe dikin li bira û xweşkên xwe dikin. Lê bila bizanibin ku me çawa yên sîxurtî kiribûn berê me eşkere kir em ê vana jî derxin holê û hesabê xwîna egîd û cangoriyên xwe ji wan bixwazin. Em ê tu car bêbersiv nemînin. Eger ji me dayika re bimîne jî em ê hesab ji xayîn û xwefiroşan bixwazin.”
‘Ji ber doza Êzidayetiyê diparêzin dibin hedef’
Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Nafiye Mêşo jî axivî, şehîdên dawî yên Êzidxanê bi bîr anî û wiha domand: “Rv ne cara yekem r ku pêşengên me tên hedefgirtin û dê ne cara dawî be jî. Dijminê me ne ji ber şexsê wan, pêşengên me kirin hedef, ji ber ku li pey fikir û felsefeya azadiyê de ne, ji ber ku li pey bîr û baweriya xwe ne lewma dibin hedefa xayîn û xwefiroşan.”
‘Rê nedin zarokên we bibin dijminên koka xwe’
Nafiye Mêşo di berdewamiya axaftina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî zarokên xwe şiyar bin da ku nebin dijminên koka xwe û wiha bang kir: “Ez bang li hemû civaka me dikim ger şik ji zarokên xwe bikin ku li axa xwe xiyanet dikin, bila xwe bêdeng nekin. Rê li ber zarokên xwe bigrin. Nabe ku xiyanetek wiha di nava bîr û baweriya me de bi pêş bikeve. Ev tişt di baweriya me de nayê qebûlkirin. Ez rica dikim hûn teslîmê kîjan cîhetan dikin, bikin lê di nava xwe de qebûl nekin. Kesên ku xwîna xwişk û birayên xwe difroşe em wan, weke Êzidî hesab nakin. Eger Êzidî bin dê dilê wan li ba civaka wan be ne li ba dijminên koka wan be.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Nafiye Mêşo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku heya Êzidiyek bimîne wê serê xwe ji dijmin re netewîne û wiha got: “Dijminên me çi bikin jî wê nikaribin serê civaka me bitewînin. 74 ferman di ser me re derbas bûn me serê xwe netewand û em ne îro ne sibê serê xwe ji dijminên xwe re natewînin. Eger Êzidiyek bi tenê jî ji me bimîne wê li çiyayên Şengalê li ber xwe bide. Em jî weke jinên Êzidî li pey zarok, hêz û pêşengên bîr û baweriaya xwe ne.”