Jinan li Wanê taciza ên bi unîforma protesto kirin

Li Wanê jinan xwest taciza çawîşê pispor protesto bikin. Polîsan êrişî jinan kir û bi hinceta peyva "ên bi unîforma" nehiştin daxuyanî bê dayîn. Jinan jî gotin: "Em ê bêdeng nemînin."

Wan – Li Wanê Komeleya Jinan a Starê xwesr taciz çawîşê pispor protesto bike. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Daxuyanî li ber avahiya komeleyê hat dayîn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriya daxuyaniyê kirin. Jinên ku ewilî xwestin li ber Navenda Kar a Karîzmayê daxuyaniyê bidin, pankarta "Dê li dijî taciz û tecawiza ên bi unîforma têkoşîna jinan a rêxistinkirî bi ser bikeve" vekirin. Polîsan bi hinceta peyva "ên bi unîforma" êrişî jinan kirin. 

Polîsan xwest jin bê pankartê daxuyaniyê bidin. Jinan bertek nîşan da. Her wiha rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan bi mertalên xwe nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin. 

Jinan dirûşmeya “ne ji bo jinan, ji bo ên bi unîforma barîkat" berz kirin. Piştî danûstendineke dûr û dirêj, dauxyanî bê pankarta hat dayîn. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Rojbûn Bor metna daxuyaniyê xwend. 

Rojbîn Bor behsa bûyerê kir û got ku li hemberî jinan helwesteke bêperwa tê nîşandan. Rojbîn Bor bilêv kir ku ew van kesên bêperwa hereket dikin û kesên piştgiriya wan dikin careke din hişyar dikin. Rojbîn Bor bilêv kir ku ji bo kesên bi unîforma polîtîkaya bêcezahiştinê tê pêkanîn û got ku ev yek kiriye ku kesên wekî Mûsa Orhan bê ceza bimînin. 

Rojbîn Bor bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên bi taybetî li hemberî jinên kurd tên pêkanîn û got: "Em ê li ber vê zilm û bêhiqûqîtiya bêrehm bêdeng nemînin. Bila jibîr nekin ku li hemberî van polîtîkayên bêcezatiyê û sûcên nefretê, bêdengî şirîkantiya li vî sûcî ye." 

Rojbîn Bor bilêv kir ku dê li hemberî sûcên kesên biunîforma bêdeeng nemînin û got: "Em li dijî bêedaletiya civakî û nefretê helwesteke bibriyar didin der û em careke din dubare dikin; Polîs û leşkeran neparêze, bidarêze! Ji lew re dê ji bo yên ji edaletê direvin nebe lîmaneke ewle. Ne Kurdistan ne jî tu devera cîhanê." 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" yê û bi tilîliyan bi dawî bû.