'Jinan li Meclîsê bi nêrinên xwe pirsgirêkan çareser dikin'
Jinên siyasetmedar ên Misirê ku bal kişandin ser girîngiya hebûna jinan di meclîsê de, destnîşan dikin ku divê nêrîna xwe pêşkêş bikin, bibin hêza çareseriyê û jinên di qada siyasî de piştgiriya hev bikin.

ASMAA FATHI
Kahîre – Bûyerên tundiyê ku di pêvajoyên dawî de civakê bi ser hev re derbas kir û bi taybetî jî di mehên dawîn ên îsal de bû sedema mirina zarokên keç, bû sedema bertekên mezin. Bi vê yekê re di pêvajoya pêşiya me de ji bo piştgirî kirina mafên jinan, berpirsyartiya kesên di meclîsê de nûnertiya jinan dikin jî zêde dibe. Hebûna jinan ya di meclîsê de di çareserkirina pirsgirêkan de ji gelek mijaran re şewq digre, jinên siyasetmedar ên Misirê der barê rola di meclîsê de dilêyzin ji ajansa me ra axivîn.
Siyasetmedar Yasmîn Qeşhta ya got jinan ji ber paşguhkirina pirsgirekên jinan serî li meclisê didin, diyar kir ku divê ferqa cudahiya zayendî neyê mezinkirin. Yasmîn Qeşhta diyar kir hebûna jinan ya di meclîsê de, valahiya mezin ya di navbera pirsgirêkên jinan ya bixwe û yên ku bi nîqaşkirina wan mijaran re eleqeder dibin digre. Yasmîn Qeşhta dest nîşan kir ku nêrîna jinan der barê mijarên siyasî, aborî, perwerdeyî, civakî an jî yên din ên malbatê bi tevahî ji nêrîna mêran cudatir e, bal kişand ser nûnertiya jinan li meclîsê û rola wan ya anî ziman ya pirsgirêkên.
'Divê jin bên piştgirîkirin’
Yasmîn Qeşhta anî ziman ku di vê çarçoveyê de ji êşên jinan ên li kolanan, malbatê û heta li cihê kar jî ronî kirin re hêvî girê dide. Diyar dike ku hebûna ya jinan di meclîsê de û piştgiriya wê dê ji tundiya li dijî jinan û heta qetîlamê gelek pirsgirêkan biguhere.
Yasmîn Qeşhta da zanîn ku nêrina jinê civakê hin çêkertir dike, diyar kir ku jin çi di asta zêdekirina jêhatibûnên û çi dîsa li ser bingehê bihêzkirina aborî bê, divê bên piştgirîkirin.
Beriya qada siyasî perwerde şert e
Siyasetmedara Rasha Emîn ku bal kişand li ser girîngiya rol girtina jinan ya di zêdekirina hêza xwe de, çi di meclîsê de û çi jî di cihên biryardanê de, dibêje ku divê hemû jinê siyasî perderde bigrin. Siyasetmedar Rasha Emîn dest nîşan kir ku jin ji bo rasterast an jî neyekser bandor li ser biryarên hatin bikin, divê li ser pêşxistina jêhatibûn û zanîna giştî bixebitin.
Rasha Emîn a diyar kir ku ew weke jineke di nava siyaseteke aktîf de cih digre, pêşanî dike ku hempîşeyên xwe perwerde bike, piştgirî bide wan û jêhatibûnên wan pêşbixe, wiha got: “Bi taybetî ji bo siyasetmedarên jin ên ciwan û yên nû dest bi xizmenta qamûyê kirine, kêmasiya zanîna bingehîn mijara gotine ye. Ji ber vê yekê pêwîste beriya ku wan tevlî qada siyasî bikin, wan perwerde bikin.”