Jina Kurd Ala Talabanî bû şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê
Emîndartiya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê bi biryarek endama parlamentoya dema berê Ala Talabanî wek şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo kar û barê jinan peywirdar kir.

Navenda Nûçeyan- Emîndartiya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi biryarek, di roja 3’ê Kanûnê de parlamentera berê ya Iraqê Ala Talabanî, weke şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo kar û barên jinan hatiye peywirdarkirin.
Ala Tehsîn Hebîb Talebanî di sala 1966’an de li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Di warê edebiyata îngilîzî de xwedî master û di warê zanistên siyasî de bawernameya lîsansê girtiye her wiha beriya niha parlamentera Iraqê û endama berê ya rêveberiya YNK’ê bû.