Jina ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Dewleta tirk bi balafirên bêmirov (SÎHA) êrîşî gundê Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê kir. Di encama êrişê de 3 jin û 1 zarokek birîndar bû, yek ji wan jinan Sewra Meter îro jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov (SÎHA) di 24’ê Kanunê de êrîşî gundê Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişa ku li ser kargeha mirîşkan hat pêkanîn de 3 jin û zarokek birîndar bûn. Li gor agahiyan kesên ku birîndar bûne Eyşe Xelef Elî, Cewahir Xalid Mihemed, Sewra Meter û yek jê zarok Rîham Ezam El-Elî ye.
Yek ji birîndaran Sewre Meter a dayika 5 zarokan bû. Li Ruxmê hemû hewldanên bijîjkan jî, ji ber giraniya rewşa wê, vê sibehê jiyana xwe ji dest da