Jin Lozanê nîqaş dikin: Yekîtiya me dê serkeftinê mîsoger bike

Kongra Star, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşmeya ‘Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirina gelan a Lozanê têk bibin’ li bajarê Hesek ê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê sempozyumek hate lidarxistin.

Hesekê-Bi însyatîfa Tevgera Kongra Star, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Meclisa Jin a Partiya Sûriya pêşerojê bi  dirûşma ‘Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirina gelan a Lozanê têk bibin’ sempozyumek li bajarê Hesekê lidarxistin. Zêdeyî 60 jin ji Rêxistinên jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Sûriya pêşerojê, Meclisa Yekîtiya Jinên Ermen, Yekneyên Parastina Jin YPJ’ê amade bûn. Lêkolîner, çalakvan û siyasetmedar ji Lubnan ,Arden, Misirê bi rêya Zom beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Kordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo xêrhatina mêvanan kir  û da zanîn ku li darxistina  sempozyumê di vê qonaxa hesas de bi amadebûna hemû rêxistinên jinan gavek girîng û serkeftî ye  got: “Peymana Lozanê û hemû hevdîtin û civînên ku pêk tên di nava dewletan de ji bo pêkanîna berjewendiyên wan e. Li ser vê bîngehê hêzên desthilatdar bûne yek û peymana Lozanê heya roja îro bi êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.”

‘Naskirina dîrokê avakirina pêşerojek azad e’

Rûniştina yekemîn li ser ‘Rastiyên Dîrokî’ ji aliyê Endama Edîtora kovar a çandî û zanistî  Fereh Sabir di rêya Zomê bejdar bû û wiha got: “Ji civaka xwezayî heya civaka koletî divê rastiya dîrokê were eşkere kirin. Bi vî rengî jin wê bikaribe dîrok û rastiya xwe bi zanibe û pêşerojek wekhev were avakirin. Ji ber ku naskirina dîrokê bi teybet dîroka jin û rastiya hatiye meşandin heya koletiyê pir girîng e. Niha pêwistiya me bi peymenek civakî bi destê jinan heye.”

‘Jin banga aşîtiyê ye’

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Enahîta Sîno teqez kir ku hemû hevpeymanên qirkirin, êrîş û komkojiyê pêk tên ne bi destê jinê ye û got: “Hemû komkujî û hevpeymanên qirkirnê pêk tên ne bi destê jinan e, ji ber ku jin hertim banga aşîtiyê ye, li dijî qirkirin, komkujî , berjewendiyane. Gotinek heye dibêje dayik malbatê kom dike, dayik jî jine ji bo wê jin ewê bikaribe civakê li ser bingehek rast û hezkirî bide avakirin. Em wekî jin ji her pêkhate kombûyîna me gavek serkeftî ye, yekîtiya me wê serkeftinê misoger bike. Dema yekîtî tê avakirin wê demê hêzên desthilatdar lewaz dibin ji bo wê jî îro em rastî êrîşan tên. Êrîşên ku li ser pêşengê şoreşê pêk tên îrade û hêza me naşkîne em israrê doza xwe ne.”

Rûniştina duyem ya sempozyomê ji aliyê rêvberiya navenda fikir ya lêkolînên siyasî û stratêjî Seher Ebid Rehman hate rêveberin û derbarê mijara mudexeleya hezên biyani li ser Rojhilata Navin nîqaş tên kirin.

Sempozyom bi niqaş berdewam dike