Jin bi hêrs in: Divê her der bibe qadên serhildanê

Endama Koordînasyona Kongra Star Nesrîn Doko û Endama Yekitiya Partiya Suryanî Sebah Şabo li dijî hedefgirtina her du jinên pêşeng Yusra Derwîş û Leyman Şiwêş axivîn û gotin: “Divê jin her derê bikin qadên serhildanê.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – 20’ê Hezîranê dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrişî gundê Til Şeîrê ya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê kir. Di encama êrişê de du jinên pêşeng ên şoreşa jinê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgera wê Leyman Şiwêş, jiyana xwe ji dest dan. Endama Koordînasyona Kongra Star Nesrîn Doko û Endama Partiya Yekitiya Suryanî Sebah Şabo yên derbarê êrişên li ser heremê û hedefgirtina pêşengên şoreşa jinê de axivîn, hêrsa xwe anîn ziman û gotin “Divê jin her derê bikin qadên serhildanê.”

Parêzvanên felsefeya "Jin Jiyan Azadî"

Nesrîn Doko got ku êrîşên cur be cur ên ku tên kirin li dijî çirûska 19'ê Tîrmehê ne û wiha domand: “Çavên dewleta tirk a dagirker bar neda ku gel li Rojavayê Kurdistanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşê pêk bîne, Rêveberiyeke Xweser ava bike ku jin jê re bibin pêşeng. Li dijî xeta rizgarî û azadiya jinan, dewleta tirk pir êrîş pêk anîn û pêşengên felsefeya "Jin Jiyan Azadî" şehîd xistin. Mînakên wê pir in jê rêhevalên me Zeyneb Sarûxan, Jiyan Tolhildan û duh jî Yusra û Leyman bûn. Her du bi dehan salan li welat û derveyî welat, ji bo xizmeta doza jinan û gelê Kurd têkoşiyan û gihîştin astên bilind û di qada cîhanî de, gelek xebat meşandine û pêşengtî kirine. Ger ku îro jinên Ereb perdeyên tarîtî û tirsa ji DAIŞ'ê çirandibin û li herêmên rizgarkirî bûbin xwedî deng û reng, ev bi saya keda rêhevala me Leyman e. Yusra û Leyman bûn parêzvanên xeta jinên azad û nasnameya ku bi dehan berdelên giranbuha di oxira wê de dan. Yusra ne tenê rêveber, mamoste jî bû."

'Hêzên herêmî Koalîsyona Navdewletî û hêzên cîhanê jî hevkar in'

Nesrîn Doko da zanîn ku ji hedefgirtina pêşengan tê zanîn ku şoreşa "Jin Jiyan Azadî" di cîhanê de çiqasî deng vedaye û wiha pêl da gotinên xwe: "Îro ne tenê em, hemû jinên herêmî, Kurdistanî û cîhanî berpirsyarên parastina xeta ku di oxira wê de jinên me yên leheng û çeleng canê xwe feda kirine. Her peyamek ku Yusra Derwîş dida wekî guleyê li dilê dijmin diket. Rast e, hevala me şehîd xistin lê nikarin riya me bigrin û têkoşîna me sînordar bikin. Em vê baş dizanin, êrîşên ku jinên me yên pêşeng dikin hedef ne tenê plana dewleta tirk a dagirker e, hêzên koalîsyonê û yên navneteweyî her wiha garantorên herêmê jî li pey hene. Ger ku îro hêzên me yên leşkerî û rêveberî yên ku dikaribûn DAIŞ'ê bişkînin û civakê ji nû ve birêxistin bikin, dibin hedefa dewleta tirk a dagirker, hebûna Koalîsyona Navdewletî çi ye, bo çi ye û çima heye ku li ber çavên wan hevalên me tên hedefgirtin?"

'Divê jin her derê bikin qadên serhildanê'

Nesrîn Doko bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li jinên herêmî, Kurdistanî û cîhanî dikin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û her derê veguherînin qadên serhildanê. Em bi hev re bikaribin li qadan li hember êrîşan bibin bersivek. Ger îro li Rojava ye, sibe wê li Ewropayê be. Rabin ser piyan êdî dem dema serhildan û hilweşandina faşîzmê ye. Yekitiya me hêz û hebûna me ya ku wê parastina xeta jinên azad misoger bike ye."

‘Êriş li dijÎ projeya Rêveberiya Xweser e'

Sebah Şabo da xuyakirin ku ew bi komployeke navdewletî li dijî Rêveberiya Xweser re rû bi rû ne û wiha domand: "Bûyera hedefgirtina fermandar û pêşengên me ne cara yekem e lê her car dubare dibe û ev karekî terorî ye. Êrîşeke wiha projeya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a herêmê armanc dike. Dewleta tirk a dagirker projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî îradeya xwe û xewn û xeyalên xwe yê di zindîkirina împaratoriya xwe ya Osmaniya kevn de, dibîne. Her wiha dewleta tirk hewl dide ku parçeyên nû ji herêma me dagir bike û guhertineke demografîk pêk bîne. Hedefa sereke ji dijmin re îrade û vîna jinan e, ji ber şoreşa jinan xetereyê li ser îrade û hebûna xwe dibîne."

‘Divê dewleta tirk li dadgehên navdewletî were darizandin’

Sebah Şabo bal kişand ser bê helwestiya civaka navdewletî û wiha pêl da gotinên xwe: "Bêdengî û bêhelwestiya hêz û civaka navdewletî cihê gumanan e. Çima bêdengiyeke wiha heya roja îro? Nabînin dewleta tirk çi sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ev bi xwe jî karekî terorî û dûrî mirovahiyê ye. Em daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dikin ku dewleta tirk, li ser sûcên ku li dijî herêmên me, giştî sûcên li dijî jin û mirovahiyê, derbasbûna welatekî din û gelek sûcên pêk aniye, were lêpirsînkirin û darizandin."