Ji Meryem Kaya ku bi tundiyê re rûbirû hat 17 roj in tu agahî nîne

Ji Meryem Kaya ku di 17 saliya xwe de ji aliyê Alî Işik ve hat revandin û li Bursayê bi mehra olî hat zewicandin û paşê ji ber bi tundiyê re rûbirû ma li stargehê bi cih bû, 17 roj in tu agahî nayê girtin. Dayika wê Nebahat Kaya banga piştevaniyê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Ji Meryem Kaya ku meha Sibatê di 17 saliya xwe de ji aliyê Alî Işik ve ji yûrda dibistana amadeyî ya lê dima hat revandin û li Bursayê bi mehra olî hat zewicandin û paşê ji ber bi tundiyê re rûbirû ma li stargehê bi cih bû, 17 roj in tu agahî nayê girtin. Nebahat Kaya ya ku 17 roj in ji keça xwe agahî nagre ji ajansa me re axivî û banga piştevaniyê kir.

'Hat revandin mehra olî kirin’

Nebahat Kaya, diyar kir ku keça wê Meryem bi soza zewacê ji aliyê Alî Işik ve li yûrda ku ji bo xwendina xwe ya lîseyê lê mabû, hat revandin. Nebahat Kaya da zanîn ku keça wê roja bûyerê telefonî wê kiriye û gotiye, "Dayê, ez reviyam" û telefon qut bûye. Nebahat Kaya anî ziman ku piştî gotinên keça wê ew çûye şaxa zarokan a emniyetê û gilî kiriye, da zanîn ku keça wê li tu derê nehatiyedîtin. Nebahat Kaya, anî ziman ku ji ber ciwaniya wê zewaca fermî nehatiye kirin û wiha got: “Keça min hîn zarok bû. Min dixwest ku ew bixwîne û bibe xwedî pîşe. Dema malbat li vir kom bûn ne mafê axaftinê dan jinan û ne jî tiştek gotin. Ji ber vê yekê min nekarî tiştekî bikim."

'Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ji malbata sûcdar re bextewaiyê xwest!'

Nebahat Kaya, diyar kir ku piştî ku mezinên malbatê keça wê zewicandine bi dizî çûye gel Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr û alîkarî xwestiye wiha got:

“Ez çûm midûriyetê û min pirsî ka midûr kî ye û min xwest ez wî bibînim. Dema ku min ew dît, çi qewimiye min jê re qal kir. Dema paşnavê wan kesan bihîst got 'ez wê malbatê nas dikim'. Midûr piştî ku bi telefonê bi kesekî re axivî got, 'Dayika keçikê bi min re ye, me li ser vê yekê axivî. Bixêr be" û têlefon qut kir. Piştî ku telefonê qut kir ji min re got 'Tu jin î, tu derewîn î, here li malê rûne'. Ger ji bo keça min gav biavêtana ev yek nedibû. Ez ji bo parastina keça xwe çûm wir, lê wan ev hevok li hemberî min bi kar anîn.”

'17 roj in xeber jê nayê'

Nebahat Kaya diyar kir ku Alî Işik keça wê biriye Bûrsayê û da zanîn ku tundiya li ser keça wê li Bûrsayê dest pê kiriye. Nebahat Kaya anî ziman ku keça wê hem ji aliyê kiryar û hem jî ji aliyê xizmên wê ve rastî tundî û gefan hatiye û wiha got: “Keça min nikare li hemberî vê îşkenceyê rabe û diçe polîsan. Her wiha ji polîsan re îfade dide ku îşkence li wî hatiye kirin û êdî nikare li ber xwe bide. Piştî îfadeyê keça min dişînin stargehekê. Keça min 17 roj berê ji stargeha ku 3 mehan lê mabû derketiye. Ew derketiye, lê bi ti awayê em nizanin ku li ku derê ye û çi dike. Ev 17 roj in xeber jê nayê. Ez her roj diçim qereqolê. Lê ew dibêjin ku wan nekariye wî bibînin."

'Tiştek hat serê keça min'

Nebahat Kaya anî ziman ku gumana wê heye sûcdar Alî Işik û malbata wî tiştek ji keça wê kiribe û wiha got: “Cara herî dawî ez bi keça xwe re axivîm, wê qala îşkenceya lê dihat kirin, kir. Wê got ku ew ê careke din venegere vir. Lê niha ez nizanim keça min çi dike û li ku ye. Em bi tu awayî nikarin xwe bigihînin telefona wê. Ez baş dizanim ku Alî û malbata wî tiştek li keça min kirin. Ez baş dizanim ku wan çi bi keça min kir, Xwedê dizane wan çi bi keça min kirin. Dema ez li wan digerim, dibêjin 'em nizanin, dewletê dest daniye ser, tu nikarî carek din xwe bigihînî wê’. Cihê ku ez biçim nemaye, em di rewşeke xerab de ne.”

'Eger tiştek bibe, perwerdehiya neteweyî û ew malbat berpirsyar in'

Nebahat Kaya di berdewamiya axaftina xwe de got, “Eger Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr gavek biavêta ev yek nediqewimî û diyar kir ku ji tiştên ku hatine serê keça wê Meryem Kaya, mudûr û malbata Işik berpirsyar in. Herî dawî Nebahat Kaya wiha got: “Eger wê rojê Perwerdeya Neteweyî tişta pêwîst bikira, dê keça min ev yek nejiyaba. Ez her kesê ku bûye sedema vê bûyerê sûcdar dikim. Min got bila keça min bixwîne, canê xwe xilas bike. Lê nebû. Niha 5 zarokên min ên din hene. Lê ez ditirsim ku wan bişînim dibistanê ku bixwînin.”