Ji Kongra Star a Efrîn-Şehbayê banga vekirina riya alîkariyê

Kongra Star a Efrîn-Şehba ji aliyê hikumeya Şamê û dewleta Tirk ve astengkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kir û bi lezgînî banga vekirina riya alîkariyê kir.

Şehba – Piştî erdhejên ku li navend Mereşê rû da û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye kampanya alîkariyê da destpêkirin. Lê alîkariyên ku ji heremên erdhejê û bajarên ku bandor bûne tê şandin, ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve tên astengkirin. Kongra Star a Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî astengkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa “Dorpêça li ser gelan karesata mirovî zêde dike”, “Na ji dorpêçê re” hat hildan û bal lê hat kişandin ku dorpêç, rêgirî û astengkirina alîkariyan karesatê kûrtir dike. Her wiha bang li saziyên navnetewî hat kirin ku li dijî dorpêç û rêgiriyê helwestek tund nîşan bidin.   

Siyasetên wan gel ber bi qirkirinê ve dibe

Daxûyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Elo ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji ber erdhejê bi hezarana kes jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran jî hê di bin kavilan de ne û jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ser ziman ku li gelek heremên ku erdhej lê rû daye alîkarî nehatiye şandin û ev yek wek siyasera dagirkeriyê hat penasekirin.

Alîkariyên mirovî derbasî herêmê nakin

Rîhan Elo di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku wek yek ji qadên ku ji erdhejê bandor bûye Heleb e ku bi hezaran kes berê xwe dan Şehbayê û Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wî hatiye dagirkirin e. Rîhan Elo da xuyakirin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve alîkariyên mirovî derbasî herêmê nakin û wiha pê da çû: "Hikumeta Şamê û dewleta Tirk heta niha nahêlin tu kerwanên alîkarî û tîmên rizgarkirinê derbas herêmên ku zirar ji erdhejê dîtine, bibin. Yê herî li zora mirov diçe jî aliyê ku astengiya çêdikin şert û mercên xwe datînin da ku alîkariyê derbas bikin yan jî didizin. Lê tevî vê yekê jî dewleta faşîst ya Tirk jî dev ji êrşan bernade û berdewam dike, êrîşa her dawiyê jî ya li Kobanê ku armanc girtina erbeyeke sivîl û şehadet çêbûn. Tevî bangawaziya Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina alîkariya mirovahî ji herêma ziyankirî re û rizgarkina giyanên zindiyan lê heya niha jî rê nadin û girtîne."

Banga bi lezgîn vekirina riya alîkariyê

Rihan Elo di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em tevgera jin bi tundî vê siyaseta durûtiyê şermezar dikin da ku bû sedema ziyaneke mezin ya qurbaniyan tevî ku dem hebû ku pir giyan zindiyan rizgar bikin li gorî derfetên heyî jî. Bangawaziya me ji civaka navnetewî re heye ku zextê bidin ser herdu rêjîmên Turk û Sûrî ve da ku rê bidin rêxistin û alîkariya mirovî ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin."