Ji konferansa jinan banga rizgarkirina jinên Êzidî yên hê dîl girtî ne

Beşdarên konferansa jinan a ku li paytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin, teqez kirin ku jinên Êzidî dikaribûne ji xweliyê xwe vejînin û li pêşiya DAIŞ’ê rawestin û banga xurtkirina têkoşîna ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî kirin.

SUZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Di dîrokên 18-19’ê Tebaxê de li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Ji welatên Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn. 

Jinên Êzidî yên beşdarê kongeransa jinên Rojhilata Navîn bûn, teqez kirin ku divê alîkariya jinan ji wan re hebe ji bo mafên xwe bistînin û komkujiya li ser wan pêk hatiye wekî ‘jenosîd’ bê pejirandin.

Konferansa jinan a ku bi navê “Ezmûnên Tevgerên Jinan di Derketina ji Krîzên Herêmî” di destpêka vê hefteyê de li paytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin, li ser têkoşîna jinên Şengalê di vejîna wan de hat destgirtin.

Nûnera komîteya têkiliyên derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî li ser konferansa jinan a li Lubnanê hat lidarxistin axivî.

‘Jinên Êzidî tevger û hêza xweparastinê ava kirin’

 Der barê berxwedana jinên Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de Suham Şengalî diyar kir ku jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirine û tevger û hêza xweparastinê di sala 2015’an de ava kirine. Her wiha diyar kir ku ji bo herêma xwe û bi taybetî jinan biparêzin, hêz û vîna jinên li çiya mezin bûye, tevî hemû şert û mercên zehmet şer kirine û xaka xwe bernedane.

Siham Şengalî got: “Bi riya TAJÊ jinên Êzidî hêza xwe di hemû waran de îsbat kirin bi taybetî di warê siyasî û leşkerî û dîplomasî de. Êşa me jinan hemûyan yek e. Divê em destên xwe bidin hev ji bo jinên ku hê jî dîl di destên çeteyan de ne rizgar bikin. Pêdiviya jinên Êzidî bi piştgiriya derûnî heye û komkujiya ku bi ser wan de hat divê li cîhanî wekî ‘jenosîd’ bê pejirandin.”

‘Jinên Êzidî yên dîlgirtî birin Sûriye û Yemenê’

Çalakvana Êzidî Ferîde Şengalî jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî dîl girtine birine dewletên Sûriye û Yemenê û got: “Em nizanin çarenûsa wan jinên me yên ku hatine revandin çi ye. Bi sedan ji wan hatin kuştin û zarokên wan rastî hemû cureyên binpêkirin û kuştinê hatine. Di dema fermanê de goştê bebikên Êzidî bi dayikên wan dan xwarin ku ev yek dema mirov difikire dil û aqilê mirov ranake.”

‘Jinên ji welatên cuda di bin dirûşmek de kom bûn’

Ferîde Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez bi beşdariya konferansê gelek kêfxweş im. Jinên ji dewletên cuda di bin dirûşmek de kom bûne. Di kongreyê de me behsa zarokên ku di encama destdirêjiya çeteyên DAIŞ’ê de ji jinên Êzidî yên dîlgirtî hatine dinyayê kir. Civaka Êzidî wan zarokan napejirîne û ditirse wan xwedî bike. Ditirsin ku ew zarok bi fikrê DAIŞ’ê mezin bibin û wê yekê di nava civaka Êzidî de belav bikin. Jixwe hinek ji wan êdî mezin bûne û her tiştî têdigihîjin. Gelek dayikan xwestin zarokên wan bi wan re bimînin, ew jî niha li kampên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin û piştgiriya wan a derûnî tê kirin.”