Ji KÎH’ê xebata PSD’ê: Me xwest em hêza jinan bi bîra wan bixin

Komeleya Mafên Mirovan a Jinan (KÎH), di rapora xwe ya der barê xebata piştgiriya psîkososyal ku li 3 herêman bi 184 jinan re têkildarî erdhejên 6'ê Sibatê meşand de, diyar kir armanca xebatê hêza jinan bi bîra wan xistin e.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan a Jinan, rapora xwe ya "Rapora Xebata Piştgiriya Psîkososyal a Herêma Erdhejê: Semsûr, Amed, Meletî” ya têkildarî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên navendên wan Mereşê hat amadekirin, weşand. Rapora ku têkildarî xebata ku di sê qadên cuda de bi 114’an re bi awayekî rêkûpêk bi giştî 184 jinan re hate meşandin, ji beşên Xebatên Amadekarî û Diyarkirina Qadê, Metodolojiya Xebatê, Têbîniyên ji Xebata Qadê, Tespît û Encam û Pêkanîn û Pêşniyarên Polîtîka pêkhat.

'Salek derbas bû lê em aqûbeta mirov û zarokên winda bûn nizanin’

Di beşa destpêkê ya dirûşmeya “Ji bîrkirin nîne, efûkirin nîne, hev helalkirin nîne…” cih digre de, hate bi bîr xistin ku di 6'ê Sibatê de jiyana bi mîlyonan mirovan bi awayekî neyê veger hate guhertin û êşên nayên pênase kirin hatin jiyîn. Di raporê de wiha hate gotin: "Tevî ku di ser salek derbas bû jî, em hêj xisara li bajarên hilweşan, aqûbeta mirov û zarokên windabûn, çend kesan jiyana xwe ji dest dane, çend kes organên xwe windakiri, aqûbeta alîkariyên ku piştî erdhejê ji kanalên televîzyonê yên sereke hatin komkirin û ji bo ji nû ve avakirina bajaran çi tên plankirin baş nizanin.”

Di raporê de hin tesbîtên girîng ên ku têkildarî xebatên bi 184 jinan re hate meşandin de hin ev in:

*Alîkariyên ku digihêjin qadên gundewar li gorî navendên bajaran gelek kêm in û ev alîkariyan bi awayekî pediviyan misoger bike nayê pêkanîn. Dema ku me dest bi xebatên xwe yên qadê kir, tevî ku di ser erdhejê çar meh derbas bibûn jî, ji bo ku pediviyên stargeh, xurek û malzemeyên hîjyen bi awayekî têrkêr neyên misoger kirin, fikar û stresa tê jiyîn zêde dike.

*Pirsgirêkên binesaziyê yên beriya erdhejê hebûn, bi bandora erdhejê re gihişt noqteya krîtîk.

*Şert û mercên stargehbûnê ne têrker û ne tendurist e; her çiqas hejmara konteyniran têrkêr be jî, konteynirên heyî û binesaziya elektrîkê bi taybetî ji şert û mercên zivistanê re ne guncaw e.

*Mal ji bo jinan ne tenê avahiyek ji çar dîwaran pêkte ye; di heman demê de girêdek bi qadeke ku aîdê wan û bi xwe birêxistin dikin re ye. Ji ber vê yekê hesta windakirina mala xwe, tê wateya hilweşandina vê girêdana aîdê wan e.

*Jin di mijara karên male û keda lênêrînê de di ferqa newekheviya bingeha zayendî û piraniya barê karên malê de û vê rewşê bêedalet dibînin. Ji ber têkçûna rûtîn û travmayê, dibe ku karên malê û lênêrînê li gorî pêşiya trawmayê bi hîn zêdetir westayî pêkbînin.

*Zarok jî di nav de rola lênêrîna endamên malbatê û dibe sedemê pêwîstiyên xwe ji nedîtîve werin. 

*Bi bandora erdhejê re tirsa dijwar, li dijî metirsiya erdhejê  xwe di ewlehiyê de hîs nekirin û reva xwe ji nava çar dîwaran, pirsgirêkên xewê di qadên çolwar de û hestên hevpar ên jinên di bajar de jiyan dikin. Tirsa wê erdhej çêbibe, bandorê li jina dike ku ka wê di nava rojê de çi li xwe bikin.

*Nêzîkatiyên hinek saziyên alîkariya heman belav dikin, rê li ber wê yekê diveke ku jin xwe baş hîs nekin.  

Di raporê de  xalên ku di beşa ‘Encam: pêşniyarên pêkanîn û polîtîka’  de cih girtî wiha ne:

*Pilanên ku divê ji bo beriya afet û piştî wê ji aliyê civakê ve were avkirin û avahiyên weke lêjneya rêveberiyê û weke wê were avkirin û divê hemû pêwîstiyan bi cih bîne. 

*Xizmeta di qada tendirûstiya zayend û tendirûstiya welidînê de di nêzîkatiyek di bingehê maf de, standartên diyar di parêze. di rewşên qeyranê de bi awayê ku herkes xwe bigihinê de were pêşkêşkirin.

*Divê tedbîrên taybet werin girtin û xizmetên zêde werin pêşxistin.  

*Di demê qeyranan weke afetê de sîstemên mefê jinan ê tendirustiya zayend, tendirûstiya welidînê de û xwegihandina xzimetê asan bike ava bikin, divê rêbaza kurtaja tibî were pêkanîn.

*Piştî afetê alîkariyên civakî ku ji aliyê civakê ve tê pêkanîn di mijara wê li kê belav bikin di rêveberiyên îdarî û xwecihî de nehêlin benda însyatîfa kesên berpirsyar, wekheviyên ku hene bi şopînin divê bi awayê ku hemû kesan bigre nava xwe bikin.

*Ji derveyî demê afetê de derbarê mekanizmayên ku bi civakê re nehatin parvekirin ku jin û LGBTİ+’an ji tundiyê di parêzin, dane ji aliyê dewletê ve bi awayek şefaf û rêk û pêk werin parvekirin. Di pêvajoyên afetê de divê derbarê vê mijarê de rapor were amadekirin û gihandina civakê pêkbînin. 

*Derbarê parastina jinan ji tundiyê mekanîzmayên ji derveyî afete dihat pêkanîn, di rewşên afetê de bi taybet li ku xetimiye tesbît bikin û van mekanîzmayan ji bo qeyranan amade bikin. 

*Di navendên demkî yên bicihbûnê de bi teybet ji bo pêşîgirtina tundiyê mekanîzmayên taybet pêşbixin. 

*Divê piştî afetê derfetên bicihbûnê ava bikin.

*Piştî afete jinên di dema başbûnê de di halê daxwazê de beriya afetê berhemdanê berdewam dikin vegerînin divê şert û bînesaziyên werîn pêkanîn ava bikin. 

*Divê ji bo hemû dilxwaz û pisporên profesyonel piştî afetê li qadê erk bikin, girtina perwerdeya wekheviya zayenda civakî bigrin.

*Hemû saziyê alîkariya mirovî ku piştgiriya madî dide, xebata PSD bixin qadên bê pêkanîn.”