Ji jinên Tûnisî çalakiya piştgiriyê: Hûn ne bi tenê ne

Femînîstên Tûnisê bi çalakiyek qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kirin û piştgirî dan serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê didome.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisê hevgirtina xwe bi jinên Îranî re di serhildana wan a li dijî zext û zordariya desthilatdaran û daxwaza mafên xwe yên dizî de ragihandin.

Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisî bi beşdariya komeleyên femînîst, bi armanca piştevaniya jinan li Îranê û serhildana wan li dijî desthilatdaran, çalakiyek protestoyê li ber Navenda Çandê ya li Tûnisê organîze kirin.

Jinên Tûnisî kampanya vê dawiyê ya girtina jinan û tepeserkirina xwenîşandanên li bajarên curbicur ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desthilatdaran ve şermezar kirin û bi diruşmeyan bang li femînîstên welatên curbicur ên cîhanê kirin ku dest bi kampanya hevgirtinê ya cîhanî bikin û rewşa li Îranê şermezar bikin.

“Hûn ne bi tenê ne”

Qutkirina por bû sembola serhildana jinan. Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zuxlamî di dema çalakiyê de porê xwe qut kir. Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zuxlamî ji ajansa me re wiha got: “Beşdarbûna min di çalakiyê de nîşana hevgirtina min bi mafên jinan li Îranê ye. Ev çalakî ji bo hevgirtina bi jinên Îranî, Yemenî, Siûdî û pakîstanî re û ji bo şermezarkirina her cure sansûra li ser bedena jinan hat lidarxistin. Tenê jin biryar didin ku laşê xwe binxumînin an na, ji ber ku laşê wan milkê wan e. Hûn ne bi tenê ne, em bi we re ne û em ê bi baweriya xwe ya bi ramana femînîst û azad û bi hevgirtina femînîst a berfireh re dilsoz bimînin.”

Rêvebera komeleya “Dengê Jinan” Sara Bin Seîd piştgiriya xwe ya ji bo jinên Îranê anî ziman û wiha got: “Komeleya Dengê Jinan, ji ber ku ew beşek ji dînamîkên femînîst e, redkirina xwe ya li dijî qanûna hilbijartinê nîşan da û dê beşdarî çalakiyên ku hatine plankirin ji bo şermezarkirina qanûna nehiqûqî ya ku jinan ji xebata siyasî û beşdarbûna jiyana giştî mehrûm dike bibe. Ji ber ku bi qestî jinan ji jiyana giştî û siyasî dûr dixe, ez bang dikim ku ev zagon bi lez bê guherandin.”

Femînîst û çalakvan mafên mirovan û endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Ehlam Belhac, zext û tundiya ku îro li jinên Îranê tê kirin şermezar kir û wiha anî ziman: “Binpêkirinên bi vî rengî ne tenê ji aliyê Îranê ve, di heman demê de li gelek welatan tên jiyîn. Esasê xebata femînîst hevgirtin e, bêyî hevgirtinê em nikarin behsa femînîzmê bikin, ger hêvî hebe ku em bigihîjin daxwazên xwe û maf û azadiyên xwe misoger bikin, tenê bi hevgirtinê em dikarin vê bikin.”

“Jin dikare li dijî ramanên paşverû têbikoşe”

Femînîst û çalakvana mafên mirovan Xufran Bînûs wiha got: “Îro Mehsa Emînî li ser destê polîsên exlaq hat qetilkirin û em nizanin dê sibê çi bibe. Hevgirtina femînîst tiştekî girîng e û me zextên ku piştî qetilkirina Mehsa ji ber protestoyên li hemû cîhanê pêk hatin, dîtin, hêza jinê dikare rastiyê biguherîne û li dijî ramanên paşverû şer bike.”

Rojnameger Rîhab Boxeyatiya destnîşan kir ku êdî dema hevgirtinê bi jinên Îranî re hatiye ku makîneya hedefgirtina jinan bê rawestandin û wiha pê de çû: “Ez bang li femînîstên li çaraliyê cîhanê dikim ku piştgiriya jinên Îranî bikin. Çalakiya me ji bo jinên Îranî peyamek e ku ew ne bi tenê ne, em bi wan re ne û em ê piştgiriya wan bikin û êşa wan hîs dikin. Binpêkirinên dewleta Tirk bi gelek şêweyan xuya dikin, di nav de hedefgirtina jinên Kurd, kampanyayên girtinê, destdirêjî û koçberkirina bi darê zorê. Cihê mixabiniyê ye ku dengê jinên Kurd nagihê cîhanê. Em hêvî dikin ku helwesta me ya ji Tûnisê ji bo jinên Kurd bibe kampanyayek mezin a hevgirtinê.”

“Maf tên stendin û nayên dayîn”

Femînîst û çalakvana mafên mirovan a Tûnisî Esrar Bin Ciwêra, piştevaniya xwe ya bi jinên Îranî re ku ji bo rakirina qanûnên neheq têdikoşin, piştrast kir û wiha anî ziman: “Zêdetirî şêst jin ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Jin li dijî kuştina Mehsa Emînî û ji bo azadiya xwe xwepêşandan berdewam dikin. Maf tên stendin û nayên dayîn, têkoşînê bidomînin û em bi we re ne.”

Çalakvana femînîst û endama Komîteya Amadekar a Tevgera Jin Asma Mutemerî got ku ev pêngav ji bo şikandina tecrîda li ser jinên Îranê ku rastî tawanên herî hovane ji aliyê rejîma Îranê ve tên û wiha axivî: “Li Tûnisê jin di rewşeke bi vî rengî de dijîn, ji ber ku maf, azadî û hemû destkeftî di bin xeteriyê de ne.”