Ji girtiyên qawîşa 7’emîn daxuyaniya hevgirtinê bi girtiyên jin re

Komek girtiyên siyasî yên mêr ên li qawîşa 7’emîn a Girtîgeha Evînê, bi daxuyaniyekê berxwedana girtiyên jin a li dijî cezayê darvekirinê silav kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyar hesab bidin.

Navenda Nûçeyan – Komek girtiyên siyasî yên mêr ên li 7’emîn qawîşa Girtîgeha Evînê têne ragirtin, di 15’ê Tîrmehê de daxuyaniyek weşandin û hevgirtina xwe bi girtiyên jin ên di girtîgehê de ragihandin û berxwedana wan a li dijî veguhestina hevalên xwe yên mehkûmê darvekirinê hatine kirin, silav kirin.

Girtiyan, di daxuyaniya xwe de destwerdana tund a rayedaran a li dijî girtiyên jin bi tundî şermezar kirin û daxwaz kirin ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji bo lêkolînkirina bûyerê û darizandina rayedarên dadwerî û girtîgehê yên berpirsiyar, mudaxelek mezin bikin.

Hevgirtina ji pişt dîwarên girtîgehê

Piştî bertekên berdewam ên li ser muameleya li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê û rêveberiya girtîgehê ve, komek girtiyên siyasî û fikrî yên 7’emîn qawîşa girtîgehê daxuyaniyek weşandin û piştgiriya xwe ji bo girtiyên jin ragihandin. Girtiyan, di daxuyaniya xwe de berxwedana girtiyên jin a li dijî veguhestina hevalên xwe yên mehkûmê darvekirinê hatine kirin, mîna sembola berxwedan û yekîtiyê bi nav kirin.

Îmzekarên daxuyaniyê, berxwedana jinan mîna tevgerek ku rûmeta mirovan diparêze bi nav kirin û destnîşan kirin ku ev berxwedan dikare ji bo civakekî ku ji ber zexta ewlehî, şert û mercên zordar qels bûye, bibe hişyariyek. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hevgirtina jinên girtî di parastina hevalên xwe yên mehkûmê cezayê darvekirinê hatine kirin de nîşan dane, mînakek kêm a yekîtîyê ya li dijî polîtîkayên zextê ye.

‘Divê berpirsyar hesab bidin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de, tevgerên efseran a li hember girtiyên jin bi tundî hate şermezar kirin û hate diyar kirin ku ev binpêkirinek eşkere ya mafên girtiyan e. Her wiha di daxuyaniyê de ji hemû rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku bûyerê lêkolîn bikin, serlêdanên qanûnî amade bikin û hesab ji rayedarên bixwazin. Di daxuyaniyê de Serokê Dadweriyê Gholam Huseyn Mohseni Ejei, Serokê Desteya Girtîgehan Zebihullah Cemşîdî, Rêvebirê Girtîgeha Evînê Mihemed Hacî Mazdaranî û Cîgirê Rêvebirê Karûbarên Tenduristiyê yê Girtîgeha Evînê Huseyn Yûsefî, wekî rayedarên ku divê ji ber bûyerê hesab bidin hatin destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de, girtiyên siyasî pesna berxwedana girtiyên jin dan û diyar kirin ku girtiyên jin bi tena serê xwe li dijî hêzên ewlehiyê rawestiyan û mafên hevalên xwe yên di qawîşê de parastin.

‘Em bejna xwe li ber we ditewînin’

Girtiyan di dawiya daxuyaniya xwe de, rêzgirtina xwe ya ji bo girtiyên jin diyar kirin û wiha gotin: “Em û gelê Îranê, barê ku we di nava bê derfetiyê de li dijî rayedaran hilgirt, di eniyên pêş a berxwedanê de dît û fêm kir. We bi mêrxasî keleha xwe parast. Em bejna xwe li ber we ditewînin û destên we maç dikin.”

7’emîn Qawîşa Girtiyên Siyasî yên Girtîgeha Evîn