'Ji bo rêgirtina li fermanan yekîtî û darizandin şert e'

Beşdarên ku tevlê konferansa Şengalê bûbûn destnîşan kirin ku ew ê li hemberî fermanê bêdeng nemînin û ji bo naskirina jenosîdê banga yekitiyê li civaka Êzidî kirin.

Şengal – Di 15’ê Tebaxa 2026’an de li Şengalê, li Geliyê Kersê bi dirûşma “Edaleta Veguhêz Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” konferansek hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr, oldar, serokeşîr, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên ji derveyî Şengalê ji Silêmanî, Mexmûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Dihokê beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de gelek mijarên girîng hatin destgirtin û nirxandin. Konferans bi awayê sê panelên ji aliyê panelîstan ve hat birêvebirin. Beşdarên konferansê li ser girîngiya vê rojê ji ajansa me re axivîn.

'Êş û çarenûsa me yek e'

Berpirsa Komeleya Welat a Kurdên Feylî, Sediye Farok Mûsam ku ji Kerkûkê beşdarî konferansê bûbû, diyar kir ku ew jî weke gelê Êzîdî rastî gelek êş û zilmê hatine. Mûsam wiha got: “22 hezar ciwanên me hatin qetilkirin û çarenûsa wan hê jî ne diyar e. Tiştên ku hatine serê me û gelê Êzîdî wekî hev in. Ez li ser vê bingehê tevlî konferansê bûm, ji ber ku êşa me yek e. Yek ji mijarên herî girîng jî revandin, destavêtin û firotina jinan e.”

Mûsam bal kişand ser zilm û neheqiya li ser gelê Kurd tê meşandin û wiha domand: “Zilm û zordariyeke ku nayê ziman li ser gelê Kurd hatiye meşandin û hê jî dixwazin heman siyasetê bimeşînin. Ji her alî ve dixwazin Kurdan tune bikin û qir bikin. Lê ew ê negihîjin armanca xwe; Kurd bi tu awayî tune nabin. Tiştên ku anîn serê me, niha li Şengalê dikin; tenê ji ber ku Kurd in û ji ber baweriya wan ew kirin hedef. Divê ev tişt di dîrokê de bên nivîsandin da ku nifşên nû bixwînin, tu carî zimanê xwe ji bîr nekin û dev ji Kurdbûna xwe bernedin. Rastiya jenosîdê divê were naskirin û mafên civaka Êzidî bên bidestxistin. Baweriya Êzdiyatiyê wê her den hebe û her dem bimîne.”

'Em ê ji dijminan hesab bixwazin'

Dayê Kinê Xidir beriya axaftina xwe, lidarxistina konferansê li gelê Êzidî pîroz kir, destnîşan kir ku gelê Êzidî wê bigihîje serkeftina xwe û wiha got: “Konferansek li ser jenosîd, qirkirin û fermana Êzidiyan hat lidarxistin. Welatên cîhanê li hemberî tiştên ku hatine serê Êzidiyan bêdeng man lê em bêdeng namînin. Ji îro û pê de em nagirîn. Em dibêjin em ê ji dijminan hesab bixwazin.”

Dayê Kinê bal kişand ser rastiya ferman û jenosîdê û wiha pê de çû: “Fermaneke ku mezin û biçûk nas nedikir li ser civaka Êzîdî hat meşandin. Em vê yekê ji bîr nakin. Salvegera fermana 74’an nêzîk dibe, em vê rojê weke roja reş bi nav dikin. Em ji Tawisê Melek dixwazin ku ew roja reş ji dijmin re bibe şeva herî tarî û roj qet lê hilneyê. Ji 7 salî heta 70 salî divê hemû Êzîdî destên xwe bidin hev û bi xwişkîtî û biratî yekitiya xwe ava bikin da ku em bikaribin jenosîd û qetlîama li ser civaka Êzidî li hemû cîhanê bidin qebûlkirin.”

Wê her wiha bal kişand ser rewşa gorên komî û windayan û wiha got: “Ev 12 sal in hestiyên zarokên me li wan çolan in. Îro gorên komî dişewitin û hestiyên şehîdan tune dibin. Em ê daxwaza mafên xwe bikin û têkoşîna xwe bimeşînin. Heke em bi xwe nekin, kes ji bo me nake. Divê hemû Êzidî destê xwe bidin hev, xwedî li fermanê, li jin û keçên Êzidî derkevin. Heta niha jî li bazaran keç û jinên me tên firotin. Hikûmeta Iraqê bi tu awayî rewşa me li ber çavan nagire. Ev 12 sal derbas bûn, me tu hiqûq û edalet nedît. Bi deh hezaran zarokên Êzidiyan hatin qetilkirin. Serê zarokên me jêkirin; kal û pîrên me yên ku xwe di qubeyan de veşartibûn, qube bi ser wan de teqandin û ew avêtin tanûran. Divê em vê fermanê bi tu awayî ji bîr nekin. Mirovên xwedî wijdan wê tu carî vê fermanê ji bîr nekin. Jibîrkirina fermanê ji bo me guneh e. Ew ê hesabê fermanê bidin. Kesên ku destdirêjî li keçên me kirin û ew firotin, em ê hesab ji wan bixwazin.”

Dayê Kinê Xidir diyar kir ku hikûmeta Iraqê nasnameya wan qebûl nake û got ku li Iraqê hikûmeteke rastîn nîn e, ya heyî jî di nava gendeliyê de ye û wiha berdewam kir: “Em parçeyek ji Iraqê ne û mafên me jî hene. Divê wekî her miletî me jî qebûl bikin. Wek her baweriyê, em jî dixwazin hebin û li ser axa xwe mafên xwe bi dest bixin. Daxwazek me heye; ew jî ew e ku wek her kes em hebin. Zarokên me 12 sal in çek hildane û parastina axa xwe dikin lê hê jî em nayên qebûlkirin. Ji ber ku em Êzidî ne, me qebûl nakin. Lê em tu carî dev ji doza xwe bernadin. Em Êzidî ne û em ê her dem Êzidî bimînin. Heta dawiyê em ê axa xwe, şehîdên xwe û doza xwe biparêzin. 12 hezar pêşmergeyên mala Barzanî di fermanê de reviyan. Her carê direvin û niha jî dibêjin Şengal ya me ye. Şengal ne ya kesê ye; Şengal a şehîdan, a malbatên şehîdan û ya Êzidiyan e.”

Dayê Kinê di nava gotinên xwe de daxwaza darizandina kujeran kir û got: “Pêwîst e li kesên ku qetlîam li dijî Êzidiyan pêk anîn, serjêkirin, destdirêjî li jin û keçên me kirin û ew kirîn û firotin, doz bên vekirin da ku ew kes li dadgehan werin darizandin. Tenê ji ber nasnameya me ya Êzidayetiyê ferman bi serê me de anîn. 73 ferman li ser civaka Êzidî hatin meşandin lê em dev ji bawerî û axa xwe bernadin. Îradeya me heye; zarokên Êzidî çek hildane û parastina me û axa me dikin. Zarokên me çeteyên hov ên mîna DAIŞ’ê li Şengalê şikandin û berxwedaneke mezin nîşan dan.”

Dayê Kinê di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Êzidî kir ku ji bo xatirê Tawisê Melek bibin yek û got “Eger em Êzidî bibin yek û bêdeng nebin, em ê mafên xwe bi dest bixin û tola xwe ji dijminê xwînxwar bistînin. Ez bang li gelê Êzidî dikim ku xwedî li konferansa jenosîd û entegrasyona demokratîk derkevin. Bi kîjan rêxistinê re bin jî divê jenosîda Êzidiyan li cîhanê bidin qebûlkirin. Serkeftin a civaka Êzidî ye.”

‘Pêwîste em bi hev re têkoşînê mezin bikin’

Sumeyye Saddam a ku ji Bexdayê beşdarî konferansê bûbû, nêrînên xwe yên li ser konferansê wiha anîn ziman: “Em ji Bexdayê hatine vê konferansê da ku em vê rojê bi xwişk û birayên xwe yên Êzidî re bikin bingeha serkeftinê. Em gelê Êzidî tenê nahêlin, ji ber ku gelek neheqî li wan hatiye kirin. Bi taybetî DAIŞ’ê û dewletê gelek êş bi civaka Êzidî dan kişandin. Divê em jî piştgiriya gelê Êzidî bikin da ku ew mafên xwe bi dest bixin. Di heman demê de pêwîst e mafên jinan bên dayîn. Ne tenê jinên Êzidî divê ji bo hemû jinên cîhanê maf were dabînkirin. Divê em weke jin, alîkariya hemû jinan bikin.”