Ji bo serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ kampanya hashtagê

Înîsyatîfa ‘Jin Jiyan Azadî’ wê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de di hemû platformên medyaya dijîtal de kampanya Hashtag bide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê Îranê ve hate qetilkirin serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkir. Bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ jin ji bo dakevin qadan xwe amade dikin, Înîsyatîfa ‘Jin Jiyan Azadî’ wê kampanya hashtagê bidin destpêkirin.

Înîsyatîfa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi daxuyaniyekê rêze çalakiyên xwe eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina Însyatîfê ji bo dewleta Îranê bersîveke û wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê hemû pêkanînên dij mirovî li beramberî jinan bi derxistina zagonan dixwaze rewa bike. Avakirina Înîsyatîfa Jin Jiyan Azadî bersiveke li beramber zilm û dagirkeriya Komara Îslamî ya sepandina xwe li ser beden û ruhê jin pêkaniye. Bila her kes bizane û piştrastbe rejîma Îran nikare dengê azadî, netewî û pêkhateyan qut bike.”

Banga kampanyayê

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî,’dirûşmeke ku herî zêde rastiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje ye û wiha hate gotin:

“Bi qetilkirina Jîna Amînî  di 16’ê Îlona 2022’an ve  ev tekoşîn gihişte asta şoreşekî cîhanî û hemû sînorên desthilatdaran derbas kir. Hate wê astê ku bû hêviyek mezin ji bo hemu azadîxwazan ku şoreşa sedsala 21’ an bi pêşengiya jinan û bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe gihand hemû alî, pêkhate û baweriyên ku ji aliyê sîstema dethilatdar ve têne çewisandin.

Bi vê ruhî Înîsyatîfa ‘Jin Jiyan Azadî’ yekemîn çalekiya xwe di salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî de bi hestage kê despêdike û di vê çarçoveyê de  em bang li hemu mirovên azadîxwaz dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin.”