Ji bo pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ biryara komkirinê

Ji bo pirtûka siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak a ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ biryara komkirinê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Ji girtiyên siyasî Gultan Kişanak hat zanîn ku briyara komkirina pirtuka wê ya bi navê ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ hatiye dayîn. Di biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Îzmîrê di çarçoveya qanûna hejmar 2022/9865’ê de pirtuk di giştî welat de hate qedexekirin û hate xwestin ku were komkirin.

Di pirtukê de ceribandinên xebatên partiyên siyasî ya Gultan Kişanak û 23 jinên têkoşer tê nirxandin.