Ji bo jinên ji Xezayê kampanyaya hevgirtinê hat destpêkirin

Jinên ku di ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de birîndar bûbûn û li Iraqê tên dermankirin, ji bo bilindkirina hevgirtinê kampanyayek dan destpêkirin.

RECA HAMÎD REŞÎD

Iraq – Di êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve destpêkiriye bi hezaran Filistînî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn, hatin girtin û ji cihê we bûn. Filistiniyên birîndar li gelek welatên cuda tên dermankirin. Yek ji wan welatan jî Iraq e. Komek ji jinan ku di nav wan de rojnamevan, xebatkarên medyayê, çalakvanên mafên jin û zarokan jî hene, hatin cem hev da ku piştgiriya derûnî, manewî û madî bidin jinên Filistînî û malbatên wan ên ku li Nexweşxaneya Dar el-Malik a taybet a li bajarê Tibê Kompleksa li Bexdayê ya paytexta Iraqê tên dermankirin kampanyayek organîze kir.

Komek ji rojnamevanên jin, xebatkarên medyayê û çalakvanên mafên jin û zarokan, ji bo peydakirina pêdiviyên jin û zarokên Filistînî dest bi kampanya alîkariyê kirin.

‘Rewşa Li Xezayê dojeh bû’

Musa yê 12 salî rewşa Filistînê weke dojeh bi nav kir, dayika wî Ibtisam Kamel Ramam jî derbarê jinên ku piştgirî daye wan got: “Lênerîna li vir nayê vegotin, ji ber ku her cûre alîkariya derûnî, tibî civakî heye.”

İsmaan Al-Masri ya 29 salî ku bi hevjînê xwe ve li Xezayê maye û dayika 6 zarokan e got: “Piştî ku malên me hatin topbarankirin em li beyt Hanun bi zorê hatin tehliyekirin û em derbasî dibistanek ku guleyê tangê lêketi kirin. Lingê min ê çepê,  destê min û rûyê min birîndar bû, artêşa Îsraîlê pir xerab nêzî me bûn. Dîmenên ku me dîtin pir bi êş û hovane bûn, ji ber topbarana zêde me nikari bû alîkariya hev bikin. Ji ber ku cîhek me yê bi ewle nîn bû em reviyan Misirê û ji bo ku tedawiya xwe temam bikin hatin Iraqê.”

Fatina Fahmi Al-Sabar a nexweşa pençerşêrê ye wiha got: “Camilla Osman Mohammed ev 10 sal e nexweşek pençeşêr e û bi derbankirinê hîn baştir bibû. Lê piştre nexweşî derbasî hestiyên wê bû û ji ber şerê li Xezayê nehat dermankirin û dema ku me derfet dît em çûn Misirê. Em li Nexweşxaneya Malaha 2 meh û 10 roj manû piştre em derbasî  Matareyayê kirin, li vir jî 7 roj man heya ku  heyetên Iraqê hatin ji bo ku derbankirina Camîlla were temamkirin derbasî Iraqê bûn. Ji ber ku rewşa tendirûstiya wê pir krîtîke heya ku me xwe gîhand cîhekî rast ew pir êş kişand.”

'Me bi awayekî xwe gihand Refahê'

Ayet Hesen Yûnis dayika keçeke bîst salî ya ku emeliyat bû, êşên ku di şer de jiyane wiha anî ziman: “Em ji lepên mirinê reviyan û me xwe spart dibistaneke Xan Yûnisê. Piştre bi zorê me derxistin ji dibistanê ji ber ku hat topbarankirin û bi awayekî me karî xwe bigihînin Refahê. Di wê demê de yek ji destên min birîndar bû. Piştre min karî bi keça xwe Fedaa re xwe bigihînim Misirê. Min mêr û zarokên xwe li Dêra Belah hiştin. Ji ber ku dermankirina destê min tunebû, ekîbên tenduristiyê ji min pirsîn ‘Tu dikarî biçî Iraqê’. Li Bexdayê bijîjk û ​​hemşîre gelek baş li me meyzekirin, gelek grup ji hemû pêkhateyên Iraqê serdana me kirin û ji me re îsbat kirin ku em hatine welatê xwe.”

‘Me dît ku zarok çawa hatin kuştin’

Abeer Abu Yunis ya bîst salî ku ligel diya xwe ya bi nexweşiya penceşêrê ye û birîndar bûey dimîne got: "Em spasiya gelê Iraqî dikin ku li kêleka me rawestiyane û piştgiriya me dikin û hemû vê lênêrînê ji karmendên bijîşkî li nexweşxaneyê pêşkêşî me dikin. Em ji bin topbaran de derketin û me dît ku zarok çawa hatin kuştin.” Abeer Abu Yunis diyar kir ku 4 birayên wê hatine girtin û mirovê wan jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Tu kesê me neman dema şer xelas bû malek ku em lê bizivirin jî nîne.”

Dest bi kampanya alîkariyê kirin

Rojnameger û Seroka Perwerdeyê ya Nama Media, Amal Sakr derbarê kampanyaya bi dildarî hatiye destpêkirin de ev tişt got: "Dema ku me zanî ku komek birîndar û astengdar ji Zivala Xezayê hatine û rakirine nexweşxaneya taybet a li kompleksa bajarê Tibê ya Bexdayê, me xwest em serdana wan bikin, rewşa wan binirxînin û pêdiviyên wan bicîh bînin. Ji bo peydakirina pêdiviyên wan pêwîstî bi kampanyayeke mezin a xwebexş hebû, ji ber vê yekê me serî li hin rêxistinan da û daxwaza alîkariyê kir û çalakvanan jî bersiveke mezin da me."

'Kampanyaya me wê bidome'

Amal Sakr da zanîn ku ji bo pêdiviyên welatiyên Xezayê yên hatin Iraqê bi cih bînin, alîkariya kom kirin û wiha got: “Ev duyemîn serdana me ye ji bo vê nexweşxaneyê, di vê serdanê de me xurek belav kirin û pêdiviyên din jî nivîsî. Em ê bixebitin da ku hemû pêwîstî bi cîh bînin û kampanya me berdewam dike. Xebat bi hemû leza xwe dewam dikin da ku ji bo pêdiviyênan amade bin. Her wiha em spasiya karmendên bijîşkî dikin ku bi hemî bûyerên li nexweşxaneyê re mijûl dibin. Em jî piştgiriya psîkolojîk pêşkêşî wan dikin, ku em pir girîng dibînin.”

‘Kampanya ji aliyê komek çalakvan û xebatkarên çapemeniyê ve hat destpêkirin’

Çalakvan Dîkra Sarsam jî wiha got: "Piştî serdana malbatên Filistînî yên vê dawiyê ji aliyê Iraqê ve hatin qebûlkirin kampanya ji aliyê komek çalakvan û xebatkarên çapemeniyê ve hat destpêkirin. Ji aliyê gelek hevkarên me ve ji bo bexşandin, beşdarbûna di vê kampanyaya hevgirtinê û agahdarkirina pêwîstiyan de, têkiliyeke mezin hebû. Paşê ekîba xwebexş pêdiviyên wan bi cih anîn û di kêmtirî hefteyekê de, pêwîstiyên ku di serdana yekem de hatibûn tomarkirin, hatin cîbicîkirin û serdana duyem jî ji bo belavkirina pêwîstiyan li gel xebatkarên tendirûstiyê li nexweşxaneyê hat sazkirin.”