Ji ber êrîşên li Îdlibê bi sedan jin ji cihên xwe bûn

Bajarê Îdlibê yê li Bakurê Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de, jin ji ber êrîşan neçar dimînin koç bikin.

HADEEL AL OMAR

Îdlib- Herêma Cebel El Zaviye ya bajarê Îdlibê ku li Bakurê Sûriyeyê cih digre, di demên dawî de di operasyonên leşkerî de jinan dikin hedef. Ev herêmên ku di nava hikumeta Şam û hêzên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê HTŞ’ê jin bi zorê ji cihên xwe dibin. Jin di van rêwîtiyên ku jiyana xwe dixin metirsiyê de li herêmên çiyayî û eraziyên çandiniyê de di şert û mercên zehmet de jiyan dikin.

Samar Salat a 35 salî ji bo jiyana xwe û zarokên xwe rizgar bike ketiye rê û di araziyek ya çandiniyê de dimîne, ev 10 roje hewl dide li ser lingan bimîne. Da zanîn ku El Bara nêzî herêmên pevçûn lê heyî difikirin ku hîn bi ewletire çûn herêmên Bakûr li vê derê bi derfetên kêm hewl didin bijîn û got: “Ji ber di destê min de tu derfet nîn e min ji bo xwe û zarokên xwe konê ji naylonan çêkiriye. Şert û mercên me ji bo kirêkirina malekê ji bo zarokên min asteng e. Kiriyên malan derfetên min ên madî qat bi qat derbas dike, ji ber vê em hewl didin di qadek zehmet de bijîn. Ji dema ku em ji cihê xwe bûne ve heta niha, yên ku li kampên cîran dijîn ji derveyî alîkariyên ku ji malbatên wan tên tu alîkariyek din nagirin.”

Xwe sipartin daristanê

Jineke din a bi navê Rula Al-Subaik ku ji Balyouna li Başûrê Îdlaibê ji cih û warê xwe bûye destnîşan kir ku ji ber top û roketan li qadên çiyayî ji bo xwe û sê zarokên xwe ê keç hewl daye mal çeke û destnîşan kir ku ji bo girtina kon hemû hewldanên wan bê encam mane û ji ber wê xwe sipartine nava daran. Rula Al- Subaih bi bîr xist ku ji ber dijwariya bombebaran û girêdayî wê bicihbûn, av, xwarin û pêwîstiyên din ên jiyanê nayên dîtin û got: “Tenê em bi cilên xwe ketin rê. Rê nedan ku em ji malên xwe tiştekî bigrin. Li çiya mar, dûpişk û seg gelek hene, ez gelek bi fikar im ku wê ziyanê bide zarokên min ên keç. Min hevjînê xwe sala borî ji ber Coronayê winda kir, ez gelek zoriyan dikşînim. Ger rewş wiha bidome ez ê di nava gule û fuzeyan de vegerim bajarokê xwe. Di van şert û mercan de lawir jî najîn lê em neçarî jiyana wina mane.”

‘Jin bê mal man’

Ji xebatkarên alîkariyên mirovî Rania Abdel Azizî jî destnîşan kir ku divê li herêmê bi lezgînî navendên xwarin û dermananan werin avakirin, bi taybetî divê alîkarî bi jin û zarokan re werin kirin û got: “Piraniya jinên ku ji cihên xwe bûne tiştên malê û yan jî cilên xwe li gel xwe neanîne, ev rewş ger wisa berdewam bike, wê gelek pirsgirêkên tendirustiyê derbikevin. Ji ber şert û mercên hewaya sibehan germ e, bi şev jî cemidî ye, derfetên germkirin û cemidînê nîn e jin gelek demên zehmet derbas dikin. Şert û mercên alîkariya mirovî divê ji aliyê tîmên dilxwaz û komeleyan ve werin başkirin.”