Ji ber êrîşên dewleta Tirk 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar man

Di encama sûc û êrişên 7 rojên dawî yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirarên mezin ên madî û windahî çêbûn, her wiha ji ber êrîşan xebata perwerdeyê li gelek kantonên Herêmê sekinîn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ji 23’ê Kanûnê ve êrişên xwe yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên kehrebê û malên welatiyan de 9 welatî, di nav de sînemager jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Di encama êrîşê de gelek gund û bajarok bê kehrebe man

Li gorî nûçeyan ANHA'yê Di êrişên 23'ê Kanûnê de stasyona Banê Şikeftê ya Dêrikê, stasyona Ewdê ya li Tirbespiyê ku bi rêya tûrbînan kehrebe dida stasyona Siwêdiyê ji xizmetê derketin, di encamê de gund û bajarokên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê bê kehrebe man.

712 dibistanên li kantona Cizîrê ji xizmetê derketin

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişan de 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn, 712 dibistanên li kantona Cizîrê ji xizmetê derketin.

Li aliyekî din jî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aşkera kir ku stasyona oksojînê ya navendî ku oksojîn dida nexweşxaneyên Herêmê, her wiha navenda Diyalîzê ya kantona Cizîrê, navendê tenduristiyê ya kevin ku xizmetî 400 kesên li kantona Firatê dikir, ji xizmetê derketin.

Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê ji xizmetê derket

Nexweşê gurçikan Ehmed Ebdurehman Xidir (65) ku li navenda diyalîzê ya Qamişlo ji 2 salan ve tedawî dibe ji ber derketina navendê ji xizmetê ji ber êrişan, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê xizmet ji 70 nexweşan re dikir û tê de 6 alavên diyalîzê hebûn û 24 kadroyên tibî lê dixebitîn.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku 3 endamên wan di êrişên li ser bendên kontrolê de birîndar bûn.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbaz Elî Hesen di civîneke çapemeniyê ya li Reqayê gotibû di çarçoveya êrişên dewleta tirk ên 26'ê Kanûnê de li dijî 4 bendên kontrolê li têketina rêyên sereke yên Qamişloyê, 6 bendên kontrolê li têketina Kobanê û bendeke kontrolê li ser rêya sereke ya li Amûdê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û zirarên mezin bi bendan bûn.