Ji ber êrîşa li ser jina ciwan 3 kesên din hatin girtin
Polîsên Silêmaniyê diyarkirin ku di derbarê êrişa li ser jina ciwan a li Silêmaniyê 3 kesên din hatine girtin û hêjmara kesên ku hatin girtin giha 19 kesan.

Silêmanî- Di 30’ê Kanûna 2022’yan de li taxa Hiwane ya Silêmaniyê, komek mêran di pêşangeha seyare û motorsîkiletan de êrişî jinek ciwan kirin, ev bûyer bû sedema gelek bertek û nerazîbûnan. Polîsan piştî bûyerê hejmarek mêrên erîşkar girtin.
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed têkildarî bûyerê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku ew jina ku komek ciwan êriş li ser pêkanîn, derket pêşberî dadwer û îfadeya wê hatiye girtin.
Di zanyariyên herî nû di derbarê dosyayê de Berdevkê Polîsên Silêmaniyê ragihand ku ji ber lêdana bi komî, ew jin birîndar bûye û destek wê deriziye û 3 kesên din jî bi tohmeta ku destê wan di tawanê de heye hatine binçavkirin û hêjmara kesên ku hatine girtin giha 19 kesan.