Ji ber êrîşa li dijî Dêra Santa Maria 51 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî êrîşa Dêra Santa Marîayê hat destpêkirin de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 51’an.

Stenbol-Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê de hatine binçavkirin bû 51. Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîayê ya li Sariyer a Stenbolê êrişa çekdarî hate kirin û kesê bi navê Mûrat Cîhan hatibû kuştin. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna êrişê de hatine binçavkirin derket 51’an. 

23 dê bên dersînorkirin

Di çarçoveya lêpirsînê de li gel êrişkaran A.K. ê ji Tacikistanê û D.T. yê ji Rûsyayê bi giştî 51 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin hemwelatiyên Tacikistan, Rûsya û Tirkiyeyê ne û ji gumanbaran 23 jê ji bo dersînorkirinê birin navendên paşveşandinê. Karûbarê 28 gumanbaran ê li emniyetê jî didome.