TAJÊ li dijî tecrîdê konê çalakiyê veda

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda.

Şengal – Ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re Xweserî’ Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda bajarê Şengalê di bin dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Her wiha li ber konê çalakiyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê standa pirtûkên Abdullah Ocalan danîn.  

 ‘Bi fikrên Rêber Apo em dikarin azadiyê misoger bikin’

Di roja destpêkê ya çalakiya kondevanê de ku dê sê rojan bidome Berdevka Koordînasyona TAJÊ Riham Hico axivî. Riham Hico bal kişand çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin û got: “Çalakiya me ya kon bi diruşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ wê sê rojan berdewam bike wê ji aliyê tevahî sazî û dezgehan ve serdana konê pêk bê kirin. Wê di bin vî konî de fikrê Rêber Apo weke guhdarkirin û em ê li ser wê niqaşan bi rêve bibin. Dema me Rêber Apo fam kir em ê baştir pêk bînin. Bi ramanên Rêber Apo em dikarin azadiyê misoger Bikin”

Piştî axaftinê Yekitiya Ciwanên Êzidxanê ve şanoyek li ser tecrîdê hat pêşandan.

‘Azadiya me bi Rêber Apo ve girêdayî ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Samya Digur ya ku serdana konê çalakiyê kir da wiha got: “Berî her tiştî em silavên xwe li Rêber Apo dikin û em dibêjin çi dibe bila bibe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyan bin. Ev konê em wê sê rojin bidome lê em ê hetim kar û xebat bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ger Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin azadiya me û ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ye.”

Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşan Dilvîn Hemo ya ku di çalakiya konê de di şanoyê de cih girtibû wiha bang kir: “Ev 25 sal e ku Rêber Apo di girtigeha Îmraliyê de ye, lazim e em ji bo azadiya Rêber Apo ya fizikî ji herdemê bêtir tekoşîn bikin.” 

Konê çalakiyê ku wê sê rojan dewam bike, di roja yekemîn de Meclîsa Gel a Guhbel, Zorava û Navenda Şengalê amadebûn. Wê her roj meclîsên gund û bajarokan seredana kona çalakiyê bikin. 

Konê çalakiyê her roj di saet 09:00'ê sibehê de tê vekirin, heta saetên êvarê bi amadebûna meclîs, sazî û rêxistinên Şengalê wê axaftin bên kirin, ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guhdarkirin û peyam bên dayîn.