Îsraîl 115 roj in li Xezayê dixe

Êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ketin roja xwe ya 115’an. Hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dan bû 26 hezar û 424 û di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve berdewam dikin, dibistan û nexweşxaneyên ku tê de sivîl hene jî dikin armanc. Li gorî daxuyaniyên herî dawî di êrişên li ser Zivala Xezayê de hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane derket 26 hezar û 424’an û ya birîndaran jî derket 54 hezar û 36’an. Tê diyarkirin ku hê bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de ne.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê; êrişên artêşa Îsraîlê ji hewa û bejahiyê ve tevahiya şevê berdewam kirin. Di encama bombebarana Ez-Zeytûn a li başûr rojhilatê bajarê Xezayê û taxên Tel El-Heva li başûrê rojava de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrişa hewayî ya li dijî maleke malbata El-Mutvî ya li rojavayê Kampa Nûsayrat a li navenda Zivala Xezayê de herî kêm 23 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Hejmara rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bû 121

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî maleke li taxa Ez-Zevayîde ya li navenda bajêr de 14 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa li ser mala rojnamevan Îsam el-Lulu ya li heman herêmê de rojnamevan Îslam el-Lulu, hevjîn, kur, bûk û neviyê wî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 121.

Li Şerîaya Rojava ciwanek hat qetilkirin

Artêşa Îsraîlê bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenîna li Şerîaya Rojava da ber bombeyan. Saîr Naîm Hamu yê 21 salî ku li bajarokê El-Yamun ê li rojavayê Cenînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat gulebarankirin, li Navenda Tibê ya el-Hedef ê jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina ciwanê Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, li bajarê El-Yamun xwepêşandanên kolanan hatin lidarxistin. Li herêmê bi Filistîniyên ku li dijî êrişa hêzên Îsraîlê derketin pevçûn derket.

Nexweşxaneya Cenîn hedef hat girtin

Hêzên Îsraîlî êrişî Cenînê kirin û di encamê de xisar li kolan û binesaziya bajêr çêbû. Di encama gulebarana giran a leşkerên Îsraîlê yên li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê bi cih bûne de, gule li camên odeya beşa jidayîkbûnê ketin. Di navbera hêzên Îsraîlî û Filistîniyên ku li dijî êrîşan li gelek deverên bajêr li ber xwe didin de pevçûnên dijwar rû dan.

Li Xan Yûnisê di du rojan de 350 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 48 saetên dawî de li Xan Yûnisê “38 komkujî” pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di van qetlîamên ku armanca Îsraîlê ya ji bo sûcê qirkirinê eşkere dikin de 350 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û ekîbên tenduristiyê û parastina sivîl ji ber sedema astengiyên artêşa Îsraîl hê jî hewl didin xwe bigihîjînin bi dehan cenazeyên li kuçe û li ser riyan.

Norwêc piştgiriya xwe ya UNRWA’yê didomîne

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a Nûnertiya Norwêcê ya li Filistînê hat dayîn de hat diyarkirin ku li Zivala Xezayê ya Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve êrişên xwe didomîne, pêdiviya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) heye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rewşa li Xezayê felaket e û UNRWA rêxistina herî girîng a mirovahî li wir e. Norwêc bi riya UNRWA’yê piştgirîya xwe ya ji bo gelê Filistînê didomîne.” Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji her demê zêdetir pêdiviya Filistînê bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li welatên din jî hat kirin ku bi riya UNRWA’yê piştgirîya Filistînê bikin.

WHO: Piştgiriya ji bo UNRWA’yê ranewestînin

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser platforma medyaya dîjîtal diyar kir ku hinek welatan piştgiriya xwe ya fînansî ya ji bo rêxistinê rawestandine piştî ku rayedarên Îsraîlê îdia kirin xebatkarên UNRWA’yê piştgiriyê didin Hamasê. Tedros Adhanom Ghebreyesus bang li xêrxwazan kir ku di vê dema krîtîk de fonên ku ji UNRWA’yê re didin ranewestînin û got: “Qutkirina piştgiriya fînansî wê tenê zirarê bide gelê Xezayê ku bi neçarî hewceyê piştgiriyê ne.”

Hejmara welatên ku piştgiriyê qut kirin derket 10’an

Li ser îdiaya ku xebatkarên UNRWA’yê piştgirî dane Hamasê, Fransa, Almanya, Swîsre, Îtalya, Kanada, Fînlandiya, Awûstralya, Îngilistan, Hollanda û DYE’yê ragihandin ku alîkariya ji bo UNRWA’yê qut kiriye.