Selamet Tetîk a 65 salî hat girtin

Selamet Tetîk a 65 salî ku cezayê wê yê 7 sal û 6 mehan hate erêkirin, li Cizîrê hate girtin.

Şirnex – Selamet Tetîk a 65 salî di sala 2016’an de li Cizîra Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.

Selamet Tetîk, 3 salan di girtîgehê de ma û piştre hatibû tehliyekirin. Cezayê 7 sal û 6 mehên girtîgehê yê li Selamet Tetîk hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê di saetên serê sibehê de hate binçavkirin. Piştre jî Selamet Tetîk birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.