Ji ber dagirkeriyê du hezar zarok ji xwendinê bêpar in!

Di encama dagirkirin û êrîşên dewleta tirk ên li kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê de, zêdetirî 2 hezar zarok ji mafên xwe yên xwendinê bêpar man. Her wiha 20 dibistan bi temamî hatine girtin û 25 bê îstîqrar in.

BERÇEM CÛDÎ

Eyn Îsa- Dewleta tirk û çeteyên wî di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi operasyona dagirkirina kantona Girê Spî ya herêma Firatê û bajarê Serêkaniyê ya herêma Cizîrê kirin. Di êrîşên dagirkeriyê de, dewleta tirk hemû rêbazên êrîşan, cureyên çekan, balafirên şer û yên bê mirov her wiha çekên kîmyewî bi kar anîn. Di encama dagirkeriyê de bi dehan komkujî û sûcên şer pêk hatin, bi sedan niştecihên kantona Girê Spî ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen in neçarî koçberiyê bûn. Ev koçber di roja îro de bi bendewariyên vegera warê xwe, li kampa Til Semin a li navçeya Eyn Îsayê dijîn.

Piştî Girê Spî hat dagirkirin, jiyan û rewşa gelên li wir man bi temamî veguherî xewnereşkek. Her wiha bandorê li navçeya Eyn Îsa û gundewarên di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê de kir. Ji ber vê yekê li ser qada perwerdeyê bandoreke mezin xirab çêbû. Ji bilî xerabûna pergala xwendinê ya li herêmên dagirkirî, dibistanên li derdora eniyên şer ku hejmara wan 20 e hatine girtin. Her wiha 25 dibistanên ku her dem rû bi rûyê bombebaranê ne carna vekirî ne û piranî jî tên girtin. Lewma 2 hezar zarok bê xwendin dimînin. Li ser vê bingehê niha li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, tenê 97 dibistan dixebitin.

Têkildarî vê rewşê, ajansa me bi rêveberî û mamosteyên ku li navçeya Eyn Îsayê xebatên xwe didin meşandin re axivî.

'Ji 19 hezar şagirtan em gihîştin 8 hezaran'

Rêvebera Buroya Jin a rêveberiyên dibistanên kantona Girê Spî Mizgîn Ehmed êrîşên dagirkeriyê yên di 2019'an de wiha bi bîr anîn: "Sala nû ya xwendinê ya 2023-2024 dest pê kir. Beriya vê me rewşa dibistan û şagirdên xwe şopandin, me belge kir, 2 hezar şagirdên me ji mafên xwe yên xwendinê bêpar in. Ev mijar cihê mixabinî û xemgîniyê ye. Ewqas zarok ji ber bombebaran û dagirkiriya dewleta tirk nikarin bixwînin. Di sala 2019'an de dewleta tirk bi êrîşeke dijwar bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Vê yekê bandoreke mezin li ser tevahî aliyên jiyanê kir ku di nav de qada perwerde û fêrkirinê jî heye. Li navenda kantona Girê Spî û Silûkê zêdetirî 200 dibistan, li gundewarên wê jî nêzî 100 dibistan ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin. Di encama dagirkeriyê de ji 19 hezar şagirdan, hejmar daket 8 hezaran."

'Ewlehiya zarokan di asta yekem de ye'

Desteya Perwerde û Fêrkirinê, ji bo parastina ewlehiya zarok û mamosteyan, neçar maye gelek dibistanan bi temamî bigre û hinek ji wan jî li gorî rewşê vebike. Girêdayî vê xalê Mizgîn Ehmed wiha dibêje: "Ev xalên me anîn ziman di pêvajoya dagirkeriyê de bûn. Bêguman me mijarên din jî jiyane ku di roja îro de 20 dibistan bi temamî ji ber di eniyên şer de ne, girtî ne. Her wiha 25 dibistanên ku ji aliyê dewleta tirk ve bênavber tên bombebarankirin, tên girtin û vekirin. Li aliyekî jî zarok û malbat di nava metirsiyê de dijîn, her wiha erka me ew e ku em ewlehiya zarokan bipazêrin. Mirov dikare bibêje bê îstîqrarî di van dibistanan de heye. Ji ber van sedeman, pirsgirêk di warê dayîna materyalan de û bidawîkirina werzan de bi rengekî serekeftî xwe didin der. Ev yek di rêbazê birêveçûna pergalên dibistanan de jî nakokiyan ava dikin ku mamoste jî astengiyan dikşînin."

'Çareserî di rizgarkirina herêmên dagirkirî de ye'

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku çareserî bi rizgarkirina Girê Spî pêkan e û wiha got: "Hewldanên me ew in ku em vê rewşê derbas bikin lê çareseriya bingehîn di rizgarkirina kantona Girê Spî de ye. Bêguman hewldanên mezin hene di vî warî de ku herêmên me yên dagirkirî werin rizgarkirin, bi vê yekê re em bikaribin xwe bigihîjînin tevahî zarok û mamosteyên di bin siya dagirkeriyê de dijîn û pergala xwe ya perwerdeyê ji nû ve ava bikin. Em niha nizanin xwendin di kîjan astê de ye. Gelo ew zarok materyalên bi çi rengî dixwînin. Ji lewre pêşeroja 2 hezar şagirdan di xeterê de ye divê ev mijar bi rengekî lezgîn were çareserkirin."

'Dewleta tirk li hemberî zarokan sûcên şer pêk dike'

Ji aliyê din ve mamosteya refên seretayî Xaliya Ebûd, bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev 4 sal in ku niştecihên kantona Girê Spî ji warê xwe koçber in, beşek mezin di kampan de dijîn. Zarokên ji ber dagirkeriyê koçber bûn, astengiyeke mezin jiyan. Em rastî gelek rewşên bi vî rengî hatin ku hejmareke mezin ji zarokan di refên xwe de dimînin û neçar mane dubare bikin. Her wiha di aliyê derûnî de, em bala xwe didinê ku zarok di nava metirsiyeke mezin de ne. Ji liv, tevgere, hişyarî, beşdarbûn û hwd. diyar dibe ku şagird ji van êrîşên heyî pir bi bandor bûne. Ev yek jî pirsgirêkan di avakirina kesayeta zarokan de çêdike. Em van kiryaran weke sûcên şer dinirxînin. Heger mirov li gorî zagonên navdewletî jî tevger bike gotinên me jî teqez dibin. Mafê her mirovê heye ku jiyana bi ewle bijî, bi taybetî jî zarok. Lê mixabin ji ber sûc, kiryar û êrîşên dewleta tirk zarokên me nikarin bigihîjin vê yekê."