Ji aktivîstên TJA’yê yên binçavkirî 8 kes hatin girtin

21 Endamên TJA yên li Ankara di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê piştî ku îfadeyên wan hatin girtin 8 ji wan hatin girtin, 13 jin jî bi şertê hebsa malê hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîna ku dabû destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê Mijdarê de li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di serdegirtinên malan de heta niha 21 jinên endamên TJA’yê piştî karûbarên îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bûn, birin Edliyeya Enqereyê. Îfadeyên wan ji aliyê 12 dozgerên ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê wan peywirdar kiribû hatin girtin û 11 saet domiya.

8 Jin hatin girtin 

Dozgeriyê Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu û Gulistan Dehşet ên bi îdiaya ‘rêveberiya rêxistinê’ û ‘xebata li ser navê rêxistinê’ îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê her 8 jin girtin. 

Ji bo 13 jinan hebsa malê

Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Zeynep Boga, Sûltan Esen, Meral Şîmşek, D.A. Hazal Aras, Merve Tekîn Demîrel, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş, Tamcîhan Çelebî û Hatîce Ay a ji Amedê bi SEGBÎS’ê îfade da bi şertê hebsa malê hatin berdan. 

Fîgen Ektî rakirin nexweşxaneyê

Figen Ektî di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û rapora darbê girt, edliyeya Enqerê dest danî ser raporê. Di dema karûbarên îfadeyan de Fîgen Ektî anî ziman ku divê bikeve girtekan lê ji aliyê amîrê polîsan ve gef lê hat xwarin.

Hat zanîn ku Fîgen Ektî ji ber îşkenceyê îfade nedaye Emniyeta Enqereyê, dema ku ji bo karûbarên dozgeriyê wê birine edliyeya Enqereyê ji ser hişê xwe çûye û wê rakirine nexweşxaneyê.