Ji 54 parêzerên ku piştgirî dan malbata Jîna Mahsa Emînî Lêpirsîn

Der barê 54 parêzerên ku piştgirî dan malbata Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hat qetilkirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Par 54 parêzeran bi weşandina daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ji malbata Jîna Mahsa Emînî ya ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, ragihandin. Di daxuyaniyê de parêzeran ev rewş şermezar kirin û diyar kirin ku rayedarên hikûmetê bêhiqûqî kirine.

Serdozgeriya Komarê ya Bûkanê bi hinceta "li dijî parastina prensîbên giştî weşandina wêne, fîlm û gotarên li dijî qanûnên giştî weşandine" bang li 54 parêzeran kir ku îfade bidin. Di nameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat şandin de, hat diyarkirin ku ji bo îfadedayînê 5 roj dem hatiye dayîn û 5 roj piştî îfadeyan dê sewqî dadgehê bên kirin.