Hunermenda Yemenî ya girtî Întîsar Al-Hammadi rastî îşkenceyê tê!
Çavkaniyên mafên mirovan ên Yemenê eşkere kirin ku hunermeda Yemenî Întîsar Al-Hammadi li girtîgeha navendî ya Sana ji aliyê Hûsiyan ve rastî tundî û lêdanê tê.

Navenda Nûçeyan - Hunermenda Yemenî Întîsar Al-Hammadi zêdetirî sal û nîvekê ye ku di girtîgehên Hûsiyan de li Sanayê girtî ye. Piştî ku çavkaniyên mafên mirovan ên Yemenê eşkere kirin ku hunermeda Yemenî Întîsar Al-Hammadi li girtîgeha navendî ya Sana ji aliyê Hûsiyan ve rastî tundî û lêdanê tê, dîsa doza wê vegeriya rojevê.
Seroka Rêxistina Barastina Mafên Mirovan Huda El-Serarî ragihand ku çavdêrê zindana ku Întîsar Al-Hammadi tê de dimîne pozê wê şikandiye û wiha got: “Ez bang li rêxistinên navdewletî dikim ku serdana Întîsar Al-Hammadi bikin û rewşa wê ya mirovî kontrol bikin. Gelek kesan piştî ku di girtîgehên Hûsiyan de rastî tundiyê hatin, xwe întîhar kirin.”
Di 20’ê Sibata 2021’an Întîsar Al-Hammadi di gel du hevalên xwe, li kolanek ê bajarê Sana yê bêyî ku ti sûcî bikin hatin girtin.
Di Mijdara 2021’an de Dadgeha Destûra Bingehîn 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.