Ji NY banga rêzgirtina mafên çalakvanên jin ên Afganî

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê mafê Zerîfe Yaqûbî û çalakvanên din ên jin ên girtî ku bi malbat û parêzerên xwe re têkilî daynin, piştrast kir.

Navenda Nûçeyan - Talîban girtina çalakvanên jin ên Afgan ên ku li dijî qedexeyên ku li ser wan hatine sepandin, xwe birêxistin dikin an derdikevin xwepêşandanan, didomîne.

Mîsyona Aîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê tekez kir ku mafê jinên girtî heye ku bi malbatên xwe û şêwirmendên yasayî re têkilî daynin da ku pirsgirêkên xwe bi wan re gotûbêj bikin, her wiha bang li Talîbanê kirin ku Zerîfe Yaqûbî jî di nav de rêzê li mafên çalakvanên jin bigre û sedemên binçavkirina wan eşkere bike.

Talîbanê çalakvan Zerîfe Yaqûbî û hevkarên wê di konferanseke çapemeniyê ya ku ji bo ragihandina avakirina “Tevgera Jinên Afganî ji bo Wekheviyê" di 4'ê Mijdarê de li Kabulê hatibû lidarxistin de binçav kirin. Her wiha di 8’ê Mijdarê de çalakvana navdar Ferhat Bubalzi jî hat girtin û di 13’ê heman mehê de parêzvana mafên mirovan Hamîra Yûsif jî hat binçavkirin.