Hiqûqnasa ku bi kefalet hat berdan ji ber travmaya serî jiyana xwe ji dest da

Endama Komeleya Hiqûqnasên Eyaleta Kermanê Meryem Arvîn, piştî ku bi kefalet hat berdan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Tayyaba Nazarî, da zanîn ku keça wê li girtîgehê travmaya serî derbas kiriye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Hiqûqnas Meryem Arvîn ku piştî hat girtin bi kefalet hat berdan, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayika Meryem Arvîn Tayyaba Nazarî, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê de diyar kir ku keça wê li girtîgehê travmaya serî derbas kiriye.

Tayyaba Nazarî, wiha got: "Ji ber travmaya serî ya li girtîgehê derbas kir, dermanên êşbir û amoşker danê û ev rewş bijîşkê girtîgehê jî piştrast dike." Tayyaba Nazarî diyar kir ku hefteyek beriya mirina keça wê ji aliyê 103’emîn Daîreya Ceza ve 15 meh cezayê girtîgehê, cezayê pereyê milyonek tumen û 40 qamçiyan hatiye dayîn, da zanîn ku ceza hatiye taloqkirin.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Eyaleta Kermanê Meryem Arvîn, parastina muwekîlên xwe yên çalakvan ên li Kermanê hatibûn girtin dikir.