Hikûmeta Îranê girtiyek din jî darve kir
Hat ragihandin ku girtiyê bi navê Alî Dudkanlu li Îranê hatiye darve kirin.
Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Alî Dudkanlu ku 2 sal berê bi sûcdariya “kuştina bi qestî” hatibû girtin, li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê hatiye darve kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku dosyayên 28 girtiyan şandine Daîreya Înfazê ya Cezayê Darvekirinê û di nava 20 rojên dawî de 10 girtî hatine darvekirin.