Hevseroka HDP’a Bermal Nergîz hate berdan

Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz ku dûh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Polîsan duh bi îdiayên ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Propagandaya rêxistinê’ bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz de girtin û binçav kirin, hate berdan.

Piştî karûbarên îfadegirtinê li emniyetê, Bermal Nergîz îro sewqî edliyeyê hate kirin. Puştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. BermalNergîz, ji aliyê dadgeriya Cezayê Sulhê ve hate berdan.