Êrişên li ser Xezayê didome: Hêjmara miriyan bû 5 hezar û 700

Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê aşkere kir ku di êrîşa Îsrailê yê li Xezayê de 2 hezar 369 jê zarok, hezar 292 jê jin, bi giştî 5 hezar 791 Filistinî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, derbarê hêjmara kesên ku di êrîşa Îsrailê yê li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane û birindar bûne daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hêjmara kesên ku di êrîşa Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane 2 hezar 360 jê zarok û hezar û 292 jê jin bûye 5 hezar 791.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêjmara birindaran bûye 16 hezar û 297. Di heman demê de nexweşxaneyên ku li Xeza û sîstema tendirustiyê bi temamî hilweşiyaye.

Bazara li kampa koçberan hate bombaran kirin

Li gora daxuyaniya wezareta karê hindir ya Xezayê Îsrail bazara kampa koçberan ya derdora nexweşxaneya Vefa ya bajarê Xezayê bombardûman kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li du herêmên ku hatine bombarankirin bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birindar hene.