Ciwanên Ereb ên Şengalê piştgirî dan pêngava azadiyê

Ciwanên Ereb ên li Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi pêngava ji “Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” diyar kirin.

Şengal - Ciwanên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareserî”.

Ciwanan li Parka Mam Zekî ya Barê bi awayê girseyî û bi rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew bi dil, can û mejiyê xwe bi pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re ne. Daxuyanî ji aliyê endama Ciwanan Emîra Hemîd Eswed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê û welatên cîhanê, bi pêşengiya nivîskar, hunermend, kesayetên navdar, siyasetmedar û sazîyên azadîxwaz ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke nû ya azadiyê hat destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê hemû aliyên azadîxwaz ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin û pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Beriya her tiştî em jî vê pêngava dîrokî bi coş û dilgermî silav dikin. Em weke ciwan pêngavê silav dikin û dibêjin ku em weke ciwan bi dil, can û mejiyê xwe bi vê pêngavê re ne.

Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Rêber Ocalan teslîmî dewleta tirk hat kirin, li Girava Îmraliyê di girtîgeheke yek kesî de hate hepskirin û ev 25 sal e di nava tecrîdeke giran de ji bo azadiya hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Komploya li dijî Rêber Ocalan û hepskirina wî ne tenê li ser şexsê wî bû. Di şexsê Rêber Ocalan de hêzên desthilatdar xwestin îrade û fikrên azad ên hemû gelên bindest, jin û ciwanên azadîxwaz, çand û baweriyên qedîm heps bikin û di bin tecrîd û îşkenceyeke giran de hebûna wan tune bikin. Rêber Ocalan xwe wekî ‘Şervanê Heqîqetê’ bi nav kir û dîrokê ji me re gelek caran îsbat kiriye ku ti tişt ji heqîqet û edaletê xurtir nîn e. Rêber Ocalan jî bi hêza xwe ya heqîqetê, têkoşîna xwe ya azadiyê heya roja me ya îro gîhand ku ew îro êdî wekî ‘Rêberê Gelan’ tê qebûlkirin.

‘Şerê heqiyê li hemberî neheqiyê bi ser ket’

Ev berxwedana heqîqet û azadiyê di nav 25 salan de sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir. Girava Îmraliyê ku ji bo Rêber Ocalan wekî ‘Girava Mirinê’ binav dike, hatibû amadekirin, di encama şerê heqîqetê yê 25 salan de, veguherî  ‘girava Azadiyê.’ Rêber Ocalan di nava van 25 salan de riya azadî û demokrasiyê zelal kir, îrade û îdiaya jiyana azad xurt kir, şerê heqiyê yê li hemberî neheqiyê bi ser xist. Hêza xweparastin û xwerêvebirinê ji bo gelan afirand û wekî xweseriyê binav kir. Li dijî siyaseta qirker, şerê qewm, ol û mezheban, fikrên pêkvejiyana gelan bi pêş xist. Di nav şerên qewmî, olî û mezhebî de, Rêber Ocalan çanda pêkvejiyana gel û baweriyan ava kir.

‘Dilê Rêber Ocalan ji bo civaka Êzidî lêdide’

Rêber Ocalan ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn kedeke mezin da, ji bo hebûna wan were parastin, her dem riya xwerêxistinkirin û xweparastinê nîşanî wan da. Rêber Ocalan civaka Êzidî wekî çanda kok a Kurdistanê û yek ji çandên herî qedîm a Rojhilata Navîn nirxand. Hem beriya fermanê hem jî piştî fermanê ji bo parastina Êzidiyan bangawazî kirin, ji bo rê li ber fermanên nû were girtin hişyarî kirin. Rêber Ocalan ruxmê ku di hepsa Îmraliyê de, di bin zext û gefên giran de bi tena sere xwe bû jî, her dem çav û guhên wî li civaka Êzidî bû, dilê wî bi dilê civaka Êzidî re lêdiket. Rêber Ocalan didît ku fermaneke nû bi ser Êzidiyan de tê. Ji ber vê, hê ji beriya fermanê ve ji bo parastina Civaka Êzidî û Êzidayetiyê, ji bo parastina Êzidxanê bang li tevgera azadiyê û civaka Êzidî kir.

Ew fermana giran ku Rêber Ocalan hişyariya wê dikir, di 3’yê Tebaxa 2014’an de wekî tofanek bi ser civaka Êzidî de hat, ev jî li pêş çavên hemû dinyayê çêbû. Bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê bi talîmata Mala Barzanî ji Şengalê reviyan, artêşa Iraqê jî xwe li ber DAIŞ’ê negirt. Di fermanê de her kesê pişta xwe dabû Şengalê û jê direviyan lê şagirtên Rêber Ocalan berê xwe dabûn Şengalê û ber bi çiyayê pîroz ve dimeşiyan. Civaka Êzidî di nav talan, kuştin, xiyanet û bêbextiya ku lê hat kirin de xwe gihand wê qenaetê ku ger pişta xwe bi hêza xwe ya cewherî germ neke, hêzên xwe yên parastinê ava neke û xwe bi rê ve nebe, nikare hebûna xwe biparêze. Wekî ku pêşiyan gotiye ‘Çavên li deriyan xwelî li seriyan.’ Li ser vê esasê, civaka Êzidî bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser bersiva fermanê da.

‘Gavên çareseriyê dikarin werin avêtin’

Dewleta Iraqê ne dewletekî navendî lê dewleteke federal e. Destûra bingehîn a Iraqê wê mafê dide ku civaka Êzidî û civakên din ên Iraqê, li gorî rastiya xwe herêmên xweser ava bikin û ji aliyê hikumeta navendî ve jî werin destekkirin. Derfetên zagonî û siyasî hene ku Iraq van pirsgirêkan çareser bike, ji ber xwedî destûreke demokratîk e. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê îradeya Şengalê esas bigrin mimkûn e ku der barê rewşa îdarî ya Şengalê de gavên çareseriyê werin avêtin. Lê dewleta tirk a dagirker û PDK bi siyaseta xwe rê li ber çareseriya Iraqa digrin û dixwazin Iraqê li dijî Şengalê sor bikin. Divê hikumeta Iraqê nekeve xefika dewleta tirk û PDK’ê, îradeya Şengalê nas bike û helwesta çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê nîşan bide. 

‘Em dest bi pêngavê dikin’

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha ji bo Şengala xweser û azad, wekî civaka Êzidî û Ereb, em jî dest bi pêngaveke nû dikin. Em dibêjin êdî wext hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn e. Li hemû cîhanê kesê ku herî zêde wate dide çand û baweriyên qedîm û ji bo wan şerê heqîqetê dimeşîne Rêber Abdullah Ocalan e. Em berê xwe bidin cîhanê û Rojhilata Navîn, hêzên desthilatdar careke din dixwazin siyaseta şer kûr bikin, di navbera gelan de, di navbera ol û baweriyên cuda de şer û pevçûnê bi pêş bixin. Ev siyaseta şer ji bo hemû gelên herêmê, bi taybetî jî ji bo civaka Êzidî tê wateya qirkirin û fermanên nû. Yê ku dikare rê li ber siyaseta şer bigire, riya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Kurdistanê, Êzidxanê û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Hêzên desthilatdar ji ber vê tecrîdê kûr dikin, naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihîje gelan. Ji ber vê rastiyê, azadiya Rêber Ocalan beriya her tiştî azadiya gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata navîn e.

Em bawer dikin ku azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser û azad jî ji her demê nêzîktir bûye. Lê siyaseta şer û qirkirinê jî li ser serê me û gelên bindest berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin ku tenê rêyek li ber me heye ew jî berxwedan û têkoşîn e. Li ser vî esasî em jî wekî îradeya hemû pêkhateyên Şengalê; Reweberîya Xweser û sazîyên wê, Meclisa Gel, TAJE, Yekiyetiya Ciwanan, Oldar, Desteya Eşayîrî, Asayîşa Êzidxanê, Meclisa Ereban, PADÊ, Bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ tevli pêgava ‘ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgireka Kurd re çareserî’ dibin.”

‘Rêber Apo gelek tiştan ji bo me kir’

Jina ciwan Merwa Fadil ku beşdarî daxuyaniyê bû ji me re axivî û wiha got: “25 sal in serokê me di nava çar dîwaran de ye. Em nema qebûl dikin û em azadiya rêberê xwe dixwazin. Çawa wî azadiya me da me, pêwîst e em jî ked bidin û dîwaran bişkînin. Ne tenê em weke civaka Ereb azadiya rêbertiyê dixwazin her kes azadiya rêbertiyê dixwaze. Bi hezaran kes azadiya  serok dixwazin. Serok em ji koletiyê xilas kirin. Me tiştek nizanibû, em fêrî pir tiştan bûn ku em nizanin bi çi awayî spasiya serokê xwe bikin. Ji bo wê jî îro em hatine vê derê em daxuyaniyê didin û azadiya rêberê xwe dixwazin.”

‘Weke ciwan erkê me çi be em ê wê  bikin’

Di heman demê de Meha Zêtî ji me re axivî û da diyar kirin ku ew bi naskirina fikrên azad, gavên mezin avêtin û wiha got: “Em weke ciwanên Ereb dixwzin agahiyê ji rêberê xwe bigrin. Ger serok nebûya em dernediketin û nedigihîştin vê astê ku di hemû meclis û saziyan de em serbest baxivin û nerînên xwe bînin ziman. Tiştê ku serok ji me re kir ne kêm bû, pêwîst e em jî serokê xwe ji zindanê azad bikin û hemû erkên li ser milên xwe pêk bînin. Îro em hatine vê derê weke ciwanên Ereb û daxuyaniyê ji bo azadiya serokê xwe didin. Em jî weke ciwan çi ji destên me were em ê ji bo serokê xwe bikin, çawa wî azadiya me da me, em ê jî hemû tiştî ji bo azadiyê bikin.”