Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar berdewam dike

Sevda Karaca ya ji bo piştgiriyê serdana Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne kir got: “Îsyan û nalîna ku 96 roj in li vir deng vedide, îsyana jinên Kurd a li vî welatî ye. Heta bi dehan dozên bi vî rengî neyên ronîkirin, ev qîrîn bi dawî nabe."

Enqere-Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 96’emîn de berdewam kir. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê  Sevda Karaca û parêzerên endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Sevda Karaca di serdanê de axivî û da zanîn ku ew ligel Emîne Şenyaşar in  û wê her tim ligel bin û got: “Em parçeyek vê nobetê ne. Em ê vî dengî li her derê li meclîsê li kolanan bilind bikin.  Yên edeletê naynin cih, yên bêdeng dimînin yên bi doz û lêpirsînan didin destpêkirin îmzeyê davêjin dijhiqûqiyên din. Di destê me de ye. Divê em destur nedin vê”

Piştî vê serdanê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar derbasî meclîsê  bûn.