‘Hevpeymana Civakî yek ji serkeftinên herî mezin ên şoreşê ye’

Hevseroka Dadgeha Hevpeymana Civakî Pencewîn Alî bal kişand ku Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên herî girîng ên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û diyar kir ku ew ji bo mafên jinan û civakê dixebitin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve heta niha, jin tevî hemû zehmetî û astengiyên ku derketin pêşiya wan jî di her warî de pêşengî kirin û di gelek qadan de bûn xwedî destkeftî. Van destkeftiyên çend salan bi Hevpeymana Civakî ketin bin temînatê. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, cara yekem di sala 2014’an de Hevpeymana Civakî pejirand û 3 caran ji nû ve sererast kir. Piştî guherînên ku hatin kirin, herî dawî di 12’ê Kanûna 2023’yan de careke din Hevpeymana Civakî hat pejirandin, li gorî hemû gel û cudahiyên li herêmê hat amadekirin. Jinan di avakirin û diyarkirina hukmên Dadgeha Hevpeymana Civakî de pêşengî kir, zagonên tê de ji 7 beşan û 11 bendan pêk tên.

Hevseroka Dadgeha Hevpeymana Civakî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Pencewîn Elî, li ser Hevpeymana Civakî ya ku destkeftiyên şoreşê diparêze û dixe bin temînatê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Dadgeha Hevpeymana Civakî dê mafên gelan û jinan biparêze’

Pencewîn Elî bal kişand ku Dadgeha Hevpeymana Civakî li ser esasê rêgezên neteweya demokratîk hatiye avakirin û wiha got: “Dadgeh, dezgeheke serbixwe ya darazê ye pergala civakî û armanca wê ew e ku hukmên hevpeymanê qewî bike û biparêze. Dadgeh rêzikên esasî yên di rêziknameyê de dipejirîne û maf û azadiyên ku di nava xwe de dihewîne diparêze û bi pêş dixe. Xebatên dadgehê di serî de parastina azadiya hemû hevgirtiyan, xwe dispêre rêgezên neteweya demokratîk. Ji bo gihîştina civakeke exlaqî û polîtîk, jiyana hevpar a di navbera zayendan de esas digre ji bo pergalek û feraseta edaleta civakî ava bibe û rûnê; bi taybetî ji bo jinan dê bibe piştgirî.”

‘Yek ji serkeftinên herî mezin ên şoreşê ye’

Pencewîn Elî, li ser rola jinan a di amadekirina Hevpeymana Civakî de jî wiha got: “Amadekirina çarçoveya Hevpeymana Civakî û pejirandina wê yek ji serkeftinên herî mezin ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Weke makezagonek nû tê pejirandin. Di avakirina û pejirandina wê de rola jinan û hemû hevgirtiyên li herêmê heye. Bi hevpeymanê re, hemû mafên gelan û jinan ketin bin temînatê. Ji bo mafên jinan di her warî de werin parastin, em di çarçoveya zagon û rêzikên bingehîn de dixebitin. Bi pergala hevserokatiyê re, em feraseta wekheviya zayendî esas digrin. Ji bo wekheviya jin û mêr di hemû meclis û saziyan de bi cih bibe û di her rewşê de were parastin em dixebitin.”

Pencewîn Elî da zanîn ku di rewşeke mafên jinan ên di hukum û zagonan de hene werin binpêkirin de dadgeh dikeve dewrê û wiha got: “Xebatên dadgehê destpêkê xwe dispêre ser bingehên lihevkirinê. Ji bo çareserkirina dozên ku hatine dadgehê, em bi hemû meclis, saziyên sivîl û leşkerî û yên din re rasterast di nava koordînasyonê de ne.”

Dê behsa girîngiya Dadgeha Hevpeymana Civakî were kirin

Pencewîn Elî, li ser planên li pêşiya wan jî got: "Ji bo parastina Hevpeymana Civakî û avakirina dadgehan, em ê hemû bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, sazî û meclisan ziyaret bikin. Em li ser karê ku dikin, parastina mafên jinan û di warê girîngiya temînatê de danasînan bikin.”