Girtiya nexweş Makbûle Ozer hat berdan

Girtiya nexweş Makbûle Ozer piştî ku cezayê girtîgehê bi dawî bû hat berdan.

Wan- Makbûle Ozer a 82 salî ku li navçeya Artemêtanê ya Wanê dijî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” di 9’ê Gulana 2022’yan de hat girtin û di 7’ê îlona 2022’yan de hat berdan. Makbûle Ozer piştî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” a Saziya Tiba Edlî carek din di 22’yê Adara 2024’an de hat girtin. 

 Makbûle Ozer li girtîgehê nexweş bû û tevî vê yekê jî 254 roj di girtîgehê de ma. Makbûle Ozer cezayê xwe qedand û tehliye bû.