147 kesan Ji bo piştevaniya Ayten Ozturk bang kirin

147 navên ku di nav wan de hunermend, rojnameger, parêzvanên maf, siyasetmedar û rewşenbîr jî hene, banga betalkirina cezayê muebbetê li Ayten Ozturk hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Ayten Ozturk a ku di sala 2018’an de ji Lubnanê hat revandin û anîn Tirkiyê û 6 mehan li cihekî veşartî hat ragirtin û 6 mehan rastî îşkenceyê hat, ji ber îfadeya îtirafkarek ya neşênber di doza ku lê dihat darizandin de. Du caran bi sûcdariya "hewldana guhertina pergala makezagonê"û “teşwîqkirina kuştinê"  hat sûcdarkirin û cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn.  Cezayê ku li Ayten Ozturk hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Rewşenbîr, nivîskar, lîstikvan, rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de 147 kesan ji bo betalkirina cezayê li Ayten Ozturk hatiye dayîn banga piştgiriyê kirin.

 898 nîşaneyên îşkenceyê

Di daxuyaniyê de îşkenceya giran a 6 mehan li Aytan Ozturk tê kirin hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Piştî ku hat binçavkirin parêzerên wê diyar kirin ku ji ber îşkenceya li Ayten Ozturk 898 şopên îşkenceyê li cihên cuda yên laşê wê hene. Ayten Ozturk di 1’ê Îlona 2018’an de li Dadgeha Cezayê Sulhê hat girtin. Di biryara girtinê de ji bilî îdiaya ku Ayten Ozturk pasaporteke sexte heye, tu delîlên berbiçav tune bûn."

 'Em daxwaz dikin ku cezayê girtîgehê bê rakirin'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Aytan Ozturk di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar de hatiye cezakirin û wiha berdevam kir: "Eger ev ceza neyê betalkirin, Ayten wê heta dawiya emrê xwe di hucreyên giran ên girtîgehê de bimîne. Em weke kesên hestiyar û parêzvanên maf; Em daxwaz dikin ku der heqê Ayten Ozturk a ku ji ber binpêkirina mafê darizandina adîl bi îfadeya 'li bûyera lîncê temaşe dikir' cezayê muebetê lê hat birîn, di zûtirîn demê de dawî li hiqûqê bê kirin û cezayê girtîgehê yê derqanûnî ku bi biryarek siyasî ve hatiye dayîn bê rakirin."