Rêxistina Sara der barê bûyerên mirina bi guman ên li Efrînê de daxuyanî da

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Efrîn-Şehbayê der barê bûyerên mirina bi guman ên li Efrîna dagirkirî de daxuyanî da.

Şehba- Li Efrîna ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, her roj agahiyên qetilkirin, revandin û mirina bi guman a kesan tên. Di van demên dawî de bûyerên mirina bi guman li Efrîna dagirkirî zêde dibin û ev bûyer weke xwekuştin tên ragihandin.

 Li dijî vê rewşa bi guman Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Efrîn-Şehbayê li kampa Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên jin ên saziyan beşdar bûn. Daxuyanî ji hêla endama meclisa kampa Serdem Gulistan Mustafa ve hate xwendin.

‘Bûyerên xwekuştinê zêde dibin’

Gulistan Mustafa bal kişand ser kiryarên dagirkeran li Efrînê û wiha got: "Herêma Efrînê ji sala 2018'an û vir ve rastî binpêkirin û tawanên dijmirovî tê û ev bûyer roj bi roj zêdeti dibin. Di vê çarçoveyê de jina ciwan Sêvîn Mistefa Resûlo ya temenê wê 17 salî, ji gundê Kobaka yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî ye û destgirtiyê wê Ciwan, ji eywanê xwe avêtibûn. Piştî ku keça ciwan rakirin nexweşxaneya bajêr jiyana xwe ji dest da û destgirtiyê wê Ciwan jî rewşa wî giran e. Her wiha Dilşan Şêx Mihemed ku temenê wê 32 salî ye û xelkê navçeya Mabatayê ye, xwekuştiye. Ev ne yekem car e ku li Efrîna dagirkirî bûyerên xwekuştinê çêdibin. Ev bûyer ne jixweber in ji ber dagirkerî û zextên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî çêdibin."

Di dawiya daxuyaniyê de Gulistan Mustafa bang li rêxistinên parastina mafên jinan kir û wiha bi dawî kir: "Em bi navê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Efrîn-Şahbayê, van sûcên ku li Efrînê li dijî jinan tên kirin û tundiya li ser wan şermezar dikin. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên mafan û navneteweyî dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin û ji sûcdaran hesab bipirsin."